Dîsa avêtin ser malên Kurdan

În 9 Tîrmeh 2021 - 02:01

Li navçeya Erzromê Qereyaziyê, polêsên dewleta Tirk bi ser malan de girt û 7 kes kirin nezaretê. 

Polêsên tîmên taybet û eskeran li gundên navçeya Qereyaziyê ya Erziromê bi ser gelek malan de girtin û 7 kes kirin nezaretê. Hat zanîn ev kes birine Fermandariya Cendermeyan a Qereyaziyê. Hat zanîn ku cezayê hepsê yê dozên beriya niha li van 7 kesan hatibû birrîn, ji aliyê dadgehê ve hatiye pejirandin û di encama vê yekê de her heft kes hatine girtin. 
Navên kesên hatine girtin ev in: Salîh Altayi, Eset Kaplan, Alî Riza Kaplan, Metîn Kara, Bahattîn Sumbul, Alî Sumbul û Farûk Sumbul. ERZIROM 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.