Dîroka di stranan de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:58

  • Hin stranên Kurdan hene ku di heman demê de weke qeydiyên dîroka Kurdan jî tên qebûlkirin. Xelkê Kurd bê dîrok û hafize hate hiştin lê stran xwe gihandin hewara wan û dîrokekê ava kirin. 

FIRAZ BARAN

Gotineke me ya navdar heye. Em dibêjin, “Dîroka me di stranên me de hatiye nivîsandin.” Strana “Şêxê Min Birİn” vê gotinê piştrast dike. Dengbêj Bedîh Dîlanar vê stranê dibêje. Roma Reş (Osmaniyan), Serhildana Bêdlîsê ya 1913’an serok û şervanên me darvekirin û gundên me wêrankirin. Di nav şehîdan de Şêx Şabedîn û Seyîd Elî jî hebûn.

Ka em pêşî li gotinên strana “Şêxê Min Birin” binêrin:

Birin birin birin şêxê min birin

Birin şêxê delal darda kirin

Li ber çavên me Kurdan winda kirin

Derd û kulê kevn teze kirin

Birin birin birin şêxê min birin

Lo lo kuro çûme Bilîsê, nava gelî

Gede heyran çûme kambaxa Bilîsê, nava gelî

Îro bala xwe bidê jê derketî cotek welî

Heyra yek Şêx Şabedîn, yek Seyid Elî

Birin birin birin şêxê min birin

Lo lo kuro çûme Bilîsê, di kortê da

Gede heyran çûme kambaxa Bilîsê, di kortê da

Îro dara zilmê di ortê da

Destê her du şêxê delal girtin, avêtin darê da

Gelo şirît qetiya cem Xwedê da

Birin birin birin şêxê min birin

Lo lo kuro ji Bilîsê çûme Tetwanê

Ji Tetwanê berê xwe dam çûme Hîzanê

Îro bala xwe bidê li şînê, li qêrînê, li zarînê

Mi go lo lo kuro nizanim çi bû, çi qewimî, çi ciriya

Di go “kulê tu bi kul bî têkevî mala van neyaran”

Destê her dû şêxê delal girtin birin li îdamê

Birin birin birin şêxê min birin

Agahiyên Celîlê Celîl

Sala 2006’an min portreya rêberê serîhildanê ya Seydayê Selîm amade kiribû. Portre di Roj TV de hat weşandin. Wê demê li ser vê mijarê min bi Prof. Celîlê Celîl re hevpeyvînek kiribû. Prof. di dîroknasiya Kurdistanê de xwedî cihekî pir hêja ye û li ser serîhildana 1913’an jî lêkolînên wî hene. 

‘Xwestin serxwebûnê bi dest bixin’

Prof. Celîlê Celîl ev agahî dabûn: “Piştî serhildanê artêşeke mezin anîn Kurdistanê. Gelek gund wêran kirin û bi hezaran mirovên me girtin. Piştî serhildanê di nava 12 rojan de 130 kes hatin darvekirin. Di nava van şehîdan de Şêx Şehabedîn jî hebû. Mamê wî Şêx Seyid Elî û birayê wî Şêx Mehmet Şîrîn hebû. Feqî Xelîl, ji Garçikanê Mele Efendi û Mecîd, ji Gergerê Mele Mihedîn, ji Xorozê Alî Axa û Xurşud, ji Kûmacê Şêx Xeyro, ji Bêdlîsê Memed Kirikli hebûn.”

Osmaniyan ew îdam kirin û ev nivîs xistin li stûyê şehîdan: “Dijatiya dewletê kirin û serweriya Osmanî qebûl nekirin. Xwestin ku serxwebûnê bi dest bixin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.