Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (155)
hsghazi@gmail.com
Kitêbî sêyemî kokrawey Awrêk le Bizûtnewey Çepî Iran le Nawewe giftugoyeke legel sîmayekî be tewawî ciyawaz le Têhranî û Keşkolî.
Be bawerî min ew kitêbe, le çend rûwewe girîngîyekî taybetî heye. Ber le hemû şit, nasandinêkî taze û herawe le çemkî "bizûtnewey çep" ke dekrê le nawerok û nawî kitêbeke da bibîndirêtewe. Le lay zor le marksîstekan, çemkî asayî "bizûtnewey çep" û mêjûyekey rehend û sinûr û hed û sedî yekser îdêolojîkî peyda kird bû. Ew marksîstane hemîşe le dekar kirdinî wuşey "hawrê" da wird bûn û hembelî bûnêkî cêy sersûrmanyan hebûwe û ew naweyan wek nîşaneyekî helkewtû, taybetmend û lêweşawe tenê bo kesanêk dezanî ke be naw hezar û yek palwênkey siyasî û bîrubawerî da têperîbûn. Mêjûy bizûtnewey çepîş, le lay ew marksîstane, herêmî taybetî her ew hawrêyane bûwe u nek î dî. Însanekan, be qisey Laşayî her lew kitêbe da yan "têkoşerî mandûyî nenas" (û duwacar "hawrê") bûn yan "xayîne laderekan" û mêjûy bizûtnewey çepîş şitêk nîye cige le gêranewey dilêrîyekanî girûpî yekem nebê. Zeyn û jiyanî kesanî wek Parsa nejad, Nîkxa û Laşayî ta ew katey ke le helwêstî dijayetî legel rêjîm da bûn û bîrurakanî pêşûy xoyan deparast, wek gilêney çaw û çiray rênwênî bizûtnewe dejmêrdiran. Belam rast lew lehzeye da ke her kamyan, be ho û helumercî ciyawaz bîruray siyasî û helwêstî fikrî xoyan gorî, le pir le alqey hawrêyetî, û duwacar le çerxî mêjûy çep tûr heldiran. Nemanyan tewa bû,nawyan, wek îblîs, cige le tif û le'net nebê ewîş be rarewî, nedehate gorê. Şeqlî "doraw" yan le her kamyan deda û be yarmetî hoşberî em wuşeye. Le lêkolînewey hoyekanî tuwanayekî komelayetî, mêjûyî û hizrî "be xo da çûnewe hizrîyekan" î ew takuteraye destyan degêrawe. Helsukewtî naşayistî rêjîm legel ew kesane, û têkoşanî bo handanyan bo beşdarî here ziyatir le hengawe teblîxatî û car car îstîxbaratî be qazancî rêjîm be wirdî awî dekirde aşêrî aşî mutleq bîrkirdnewey marksîstekan. Helbet naşkirê miro hêndeş serî sur bimênê lew boçûne seyr û semerane. Le mêjû nûsî wulatanî totalîtêr da, katêk kesêk le ber çaw dekewê û xezebî be ser da debarê, destbecê derhal delêy bûnî mêjûyî xoşî le dest deda. Naw lê birdnî qedexe dekrê u be tawankarî da dendirê. Tenanet destyan de wêne konekanîşyan wer de da û kesayetî xoşewîstî dwênê u leberçaw kewtûy emroyan be yarmetî qelemêk yan corêk esîd le şanoy wêne – u be bawerî xoyan le şanoy mêjû – fit dekird û desrîyewe. Le zêhnîyetî bizûtnewey çepîş da delêy pêwajoyekî ewto rûyda. Dujimnayetî hêndêk le rûnakbîranî çep meselen legel kesayetîyekî wekû Nîkxa ewende bû ke katêk dadgey îslamî, be dem bê 'edaletîyewe û be pêşêlkirdinî mafgelî însanî Nîkxayan esparde dest coxey ê'dam, hêndêkyan, le ciyatî bêzarî derbirîn destyan kird be ejmardinî gunahe nebexişrawekanî Nîkxa. Giftugoy Şewket legel Kuriş Laşayî hengawêkî şiyawî rêz lênane bo çak kirdnewey ew gêranewe sereroyane û totalîtêre le mêjû. Delêy bo carî yekem her nebê beşêkî piçûk le bizûtnewey çep bewe geyiştûwe ke be sebir û hewsele, be dûr le pêşdawerî û riq û qîn, zêhnîyetî ew kesane bikolêtewe ke zemanêk le durust bûnî rêbazî siyasî çep dirdong bûn û şikyan têda pêk hatûwe. Gumanî têda nîye ke ew kolîneweye, her wek le nawerokî hêndêk le pirsyarekanî Şewket ra der dekewê, be manay pejrandinî hemû kutekanî ew zêhnîyete û "pêdaçûnewe û paşgez bûnewane" nîye. Be bawerî min ew core" bîr gorînane " be qeder qaremanetîyekan û dilêrî ew kesaney ke giyanyan le pay bîr u ray xoyan dana beşêkin le mêjûy çep. Eger Iran le zemanî witwêjî Laşayî legel têlêvîzyon, komelêkî dêmokratîk bû ba, yan eger çepî nwêy Iran lew zemanî da bawerî be dêmokrasî waq'î hebû ba, ew demî ew bas û gengeşeyey ke le cêda sebaret be bîruray tazey Laşayî lew zemanî da saz debû zor û kem nawerokêkî wek babetekanî her em kitêbey debû. Be qiseyekî dî,Şewket kemayesîyekî le mêjûy hawçerx da be wexranêkî çil sale rewandûwetewe. Leweş ziyatir, Laşayî xoşî le çend rûwewe kesayetîyekî, degmene. Hem bîrmend bû, hem ehlî kar û kirdewe. Le mêr mindalîyewe le bas û xuwasî siyasîyewe gila. Bo dirêjedan be xwêndin çûwe Alman û dersî tebabetî xwênd. Belam hêndey pê neçû ke nek her tebabet belkû hawser û mindalekanî xoşî be cêhêşt û bû be "şorişgêrêkî pîşeyî". Le damezrandinî Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûdey Iran da dewrî serekî hebû, çendîn car seferî kird bo Çîn, lewê perwerdey nîzamî û îdêolojîkî dedî. Tenanet carêk legel Maoş, ke îtir pîr û keneft bibû dîdarî kird. Le Çînewe çûwe Urûpa û be tewawî le fikrî geranewe da bû bo Iran. Katêk bîstî Şerîfzade û Mela Aware le Kurdistan be dijî dewlet raperîwn, ew heley qostewe, û wekû Şerîfzade we "kêw û çiya" kewt û be yarmetî Talebanî, le sinûrekanî ew wulatewe, çûwe naw Kurdistanî Iran, duway hêndêk zor û zehmet duwacar peywest bû be gurûpî Şerîfzade.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî şeşem
25 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî pêncem
18 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî Çuwarem
11 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî sêyem
4 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî dûwem
28 Çileyê