Dirbêsiyê mirinê qebûl nake

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:28

  • Fermandar Berxwedan Korşît dibêje, ew ji êrişên dagirkeriyê yên Efrîn û Serêkaniyê fêr bûne û êdî ew nabêjin, “yan serketin yan mirin”, lê ew dibêjin “yan serketin yan serketin”.

MÛSTAFA ÇOBAN / ANF/DIRBÊSIYÊ
    
Xelkê Dirbêsiyê yê herêma Cizîrê, hêzên xwe yên parastinê ava dike. Ji fermandarên ji Dirbêsiyê, Berxwedan Korşît tevlî pêvajoya avakirina parastina Dirbêsiyê bûye. Ew dibêje, “Ez li vî bajarî ji dayik bûm û zarokatiya min li nava van kolanan derbas bû. Em ê dest ji vir bernedin.”

Berxwedan Korşît îşaret bi gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Dirbêsiyê dike û dibêje, “Xelkê Efrînê ji bo bûyerên li Efrînê û Serêkaniyê qewimîn dubare nebin, li dijî êrişan amadekariyên mezin dike. Bi hezaran mirov ji bo parastina bajêr dicivin û yekîneyên xwe ava dikin. Ji koçberiya bêdawî re êdî bes e. Dewletekê jî guh neda bangên li Efrîn û Serêkaniyê hatin kirin. Ji ber vê yekê, gel bi erka xweparastinê radibe. Êdî ne li benda kesî ye. Ez bi xwe jî ji bo parastina bajar, xak, gel û nirxên xwe bi erk û wezîfeya xwe tevdigerim.”

Dixwazin parçeyê mayî dagir bikin

Berxwedan Korşît dibêje, yek ji armancên dewleta Tirk bi dagirkeriyê tinekirina dîrok û cografyaya Dirbesiyê ye û wiha dewam dike: “Xelkê li bajêr û gundên wê xwedî dîrokeke kevnar e. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya van êrişan û dagirkeriyê vê dîrokê ji holê rake. Dixwaze dîrokê binax bike û gel qetil bike. Ev bajar ji xwe berê kirin du parçe. Dema ku weke Serêkaniya li Bakur bi sînor ew parçe kirin, hingî bajar bû du parçe. Dixwazin aliyê wê yê din jî dagir bikin.”

Bi hev re em ê li ber xwe bidin

Berxwedan Korşît gava ku bi erka parastinê radibe, zarokatiya wî tê bîra wî û ew ji vê yekê hêzê digire. Ew wiha behsa vê dike: “Meşa min a li nava van kolanan, liv û tevgera min, henekên zarokatiyê, kenê me hemû li vî bajarî bûn. Lewma dest ji vî bajarî bernadim. Ez gihîştime wê hêzê ku di ber vê xakê re canê xwe feda bikim. Me berê digot, ‘ya serketin ya mirin’.

Em êdî mirinê qebûl nakin û dibêjin, ‘ya serketin ya serketin’. Em zarokên vê xakê amade ne. Em ê li ber vê dagirkeriyê rabin. Bi hev re em ê li ber xwe bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.