Dîplomasiya MSD’ê dewam dike

În 1 Cotmeh 2021 - 01:38

  • Hood di civînê de pêwîstiya amadekirina zemînekî guncaw û aramkirina herêmên nakok, ji bo pêkanîna bipêşketinekê di çareseriya siyasî de, piştrast kir.

Şandeya MSD`ê ya bi beûdariya Îlham Ehmed li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Washingtonê bi alîkarê ji kar û barên Rojhilata Jêrîn berpirsiyar ê wezîrê karên derve, Joey Hood û berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên

Derve ya DYE’yê Ethan Goldrich re civiya. 

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Joey Hood û Ethan Goldrich, şandeya MSD`ê li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Washingtonê pêşwazî kiriye. Herdu aliyan dosyaya Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziya li welêt nîqaş kiriye. 

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ji şandeya MSD û Rêveberiya Xweser ya bi serkêşiya Îlham Ehmed re piştrast kiriye ku hevkariya di navbera Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYE`yê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dewam dike heta ku teror bi temamî tine bibe û ewlehî li herêmê mayînde bibe.

Joey Hood di civînê de behsa erkên hêzên Emerî yên li Sûriyê kir û got, hêzên welatê wî dê li Sûriyê bin û hevkariya wan a bi QSD`ê re dê heta bi dawîkirina DAIŞ`ê û çareserkirina aloziya li welêt dewam bike.

Hood di civînê de pêwîstiya amadekirina zemînekî guncaw û aramkirina herêmên nakok, ji bo pêkanîna bipêşketinekê di çareseriya siyasî de, piştrast kir.

Hood got, DYA`yê gelek proje ji bo ji nû ve avakirina binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desteka aborî ji Rêveberiya Xweser re danîne da ku ewlehî li herêmê peyda bibe û herêm bi pêş keve. 

Ev cara yekê ye ku Ethan Goldrich bi şande û nûnerên Sûrî re dicive piştî ku di 20`ê Îlonê de dest bi erka xwe kir. Her wiha hat bibîrxistin ku di civînê de nûnerê Wezareta Karûbarên Derve ya Emerîkî ya li Bakur û Rojhlatê Sûriyê, David Bronstein jî amade bûye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.