“Nexasim ez hez ji xêzkirin û rengandinê dikim, lê belê firçeya min derzî ye.” ev gotinên hunermenda neqişandinê ya Rûs, Vera Shimuniayê ne. Wê xwe bi xwe hînî hunerê xwe kiriye. Ew bi pirranî jî peyzajan dineqişîne, li ser parçeyek qumaşê ku di tarekê de şidandiye.

Ew niha li bajarê Rûsyayê li Sankt Petersburgê dimîne û di ser Etsy (malpereke ji bo firotina berhemên hunerî) berhemên xwe difiroşe.

Ya ku Vera Shimunia bi hunerê xwe dike, dişibe hewldanekê. Hewldaneke welê weke ku ew dixwaze bi neqişandinê, îlûzyoneke tabloyeke rengandî çêke. Pirranî xwezayê dineqişîne, yan jî peysajên derveyî bajar û gundan. Çûna ava ya rojê ya di avekê de diteyise, zeviyên hemî kûlîlk û gulgulok heta bi asoyê, yan jî ewrên weke rastiyê yên di ser baraneke dûr… Mirov van hemûyan di berhemên wê de dibîne.

Vera Shimunia jî yek ji wan hunermendan e ku van deh salên bihurî hewl da ku bi qedrê vî hunerê kevin ê jinan ji nû ve bê zanîn. ji bo wê jî ew bi dta û derziyê bûye hunermendeke neqşê. Dinyayên ew li ser berhemên xwe zindî dike jî yên mîniyatur in. 

Kurahî û alî bi ta û benan, bi hin teknîkên taybet ên dirûn û girêkan tên afirandin li ser van dinyayên piçûk. 

Van hewldanên wê li ser platformên online jê re komek heyran jî peyda kirine.

SANKT PETERSBURG