‘Dinyayên kaotîk yên di hundirê me de’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:03

  • Portreyên Irene Perez tiştên ku di hişê mirovan de diqewimin nîşan didin.

Portreyên Irene Perez tiştên ku di hişê mirovan de diqewimin nîşan didin. Ew bi van portreyên xwe yên mezin bi ruhê insan daketiye û dixwaze bi awayekî surrealîst binhişa mirovan yanî tiştên ku di serê wan re derbas dibin, nîşanî xelkê bide. Yanî ew rastiyê bi riya surrealîzmê vedibêje û vê yekê pirr baş û serketî dike. Ji lewma dema mirov li tabloyên wê hûr dibe mirov dibîne ku ruhê insanan baş xwendiye û bi ayawekî razber anîye ziman. 

Irene Perez a ku xirecir û teşqeleya di hişê insanan de bi aweyekî balkêş resm kiriye, dibêje, “Karên min ên hunerî bi babetên psîkolojîk ve girêdayî ne. Ev portreyên ku çêdikim, dinyayên kaotîk yên di hundirê me de nîşan didin. Tiştên ku çavên me nikarin bibînin ez bi riya tabloyan nîşan didim.”  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.