Dinyak petrol difiroşin lîçek benzînê çêdikin

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 21:21

  • Hikûmeta Hewlêrê 3 milyon lître benzîn dixe bazarê, lê rojane pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 6 milyon lître benzîn heye.

Hikûmeta Hewlêrê 3 milyon lître benzîn dixe bazarê, lê rojane pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 6 milyon lître benzîn heye. Yanî hikûmeta Hewlêrê ya ku dinyayek petrol û gazê difiroşe, tenê ji bo têra nîv rojê bike, benzînê hildiberîne.

Doh Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed ê bi wekalet da zanîn ku hikûmeta wî tenê nîvê benzîna ji welatiyan re lazim, hildiberîne.

Kemal Mihemed bi xwe got, li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi 5 heta 6 milyon lître benzîn heye rojane. Lê ew bi xwe tenê 3 milyon lître benzîn dixin bazarê. Ew kite bi kite çavkaniyên vê benzînê û babeşirina wê rave dike: “Em ji sê çavkaniyan benzînê peyda dikin. Yek milyon lître ji parzûngeha Kar û yek milyon û 500 hezar lître ji lihevkirina Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Nefta Iraqê, yê din jî derveyî herêmê hawirde dikin. Ji benzîna heyî 2 milyon ji Hewlêr û Dihokê ye û milyonek jî ji bo Silêmanî û Helebce ye.”

Gelo bi qesd nadin Silêmanî û Helebce?

Parlamenterê (YNK) yê Parlamena Herêma Kurdistanê, Karwan Gezneyî 15’ê Hezîranê, di civîna çapemeniyê de, got: “Niha rojane milyonek lître benzîn ji aliyê Kompanya Kar ve tê hilberîn, lê jê para parêzgehên Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperîn nadin. Rojane pêwîstiya welatiyên Herêma Kurdistanê bi 6 milyon lître benzîn heye”

Parlamenterê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Omer Gulpî jî di 12’ê Hezîrê de di peyameke xwe de got, Wezarata Çavkaniyên Xwezayî rojane 20 hezar bermîl neft parzûn dike ku têde milyonek lître benzîn heye, lê parzûngeha neftê, ji aliye aliyê Kompanya Kar û parvekirina benzînê ji aliyê Kompanya Sen ve hatine desteserkirin.

Li Herêma Kurdistanê niha yek lîtreya beznîna super bi hezar 400 dînarî ye, benzîna muhesin bi hezar û 320 dînarî ye û benzîna normal bi hezar û 200 dînarî ye.

Di nava sê rojên bihurî de, ji ber parvenekirina benzîna 800 dînarî ya Herêma Kurdistanê, li herêma parêzgeha Silêmaniyê, Helebce, Germiyan û Raperînê çalakî hatin kirin û têde rê li çûnûhatinê hatin girtin.

Li Hewlêrê jî benzîn têra xelkê nake

Li Hewlêrê jî ev 3 roj, benzîn bi 800 dînarî dihate firotin, lê ji ber sedemeke nediyar, ev hat rawestandin.

Doh danê sibehê, belavkirina benzîna 800 dînarî ya li Hewlêrê hate rawestandin. Li ser sedema belavnekirina benzînê ti daxuyaniya fermî heta me nûçe amade kir jî nehatibû dayîn.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.