• Gustave Courbert timî digot, “Divê hunermend herî zêde tiştên ku dizanin xêz bikin.” Courbert li ber perwerdehiya akademîk jî rabûye û li gorî wî mamosteyê herî mezin xweza ye.

ARDÎN DÎREN

Di sedsala 19’an de li Ewrûpayê gelek guherînên mezin pêk dihatin. Nexasim li Fransayê bizavên hunerî yên nû derdiketin holê û di warê hunerî de jî guhertin çêdibûn. Serê sedsala 19´an bizava romantîzmê di rewacê de bû û di nava 50 salan de di gelek cûreyên hunerî de bandor li hunermendan kiribû. Li ber bizava klasîzmê rabûbû û di tûrikê wê de gelek tiştên nû hebûn. Lê ber bi salên 1840’î ve bizavake nû ya ku dê ji nû ve hin rêgezên hunerî hilweşanda û mirov ji bandorên romantîzmê xelas bikira, derketa holê. Ev bizav jî realîzm ango rastîbînî bû. 

Romantîzmê wisa lê kiribû ku mirovan hin rastiyên rojane nedidîtin û pirr dûrî jiyana birastî bûbûn. Navenda bizava rastîbîniyê Fransa bû. Rastîbînî di her warî de jiyana mirovên adetî û ya çîna karkeran nîşan da. Gustave Courbet jî weke şêwekarekî di navenda vê bizavê de cih digirt û yek ji pêşengên bizava rastîbîniyê bû. Wî bi teswîrên xwe yên nû yên ku beriya wî kesî ew nedîtibûn, civak û berpirsiyarên dewletê matmayî hiştin. Ji lewra, tabloyên Courbert ne romantîk lê nîşaneya rastiya welatê wî bûn. Gustave Courbert weke hunermendekî serbixwe tevdigeriya û her kêlî dixwest rastiyê bîne ziman.

‘Civakê bi her awayî nîşan didim’

Beriya Courbert, şêwekarên weke Delacroix tabloyên xwe, hunerê xwe zêdetir li ser hestan û dramayê ava dikirin. Heta ji wan dihat mijarên ku resm dikirin, îdealîze dikirin û ji rastiyê dûr difikirîn. Lê berovajî wan, Courbert di salên 1850’î de jiyana kedkar û karkeran nîşan de. Dema jiyana wan li ser tuwalê xêz kir, qet îdealîze nekir û hewl da rastiyê nîşan bide. Courbet dixwest tiştên herî baş, yên herî xerab û yên normal nîşan bide û digot, “Ez dixwazim civakê bi her awayi nîşan bidim, her rewşa civakî û jiyana însanan dikare bibe mijara hunerê min. Ji bo min dinya hemû ji bo bayaxkirinê ye.”

‘Tiştên hûn dizanin xêz bikin’

Gustave Courbert di navbera salên 1819 û 1877’an de li Fransayê yek ji şêwekarên herî bi tesîr bû. Di heman demê de ew şêwekarekî girîng yê sedsala 19’an bû jî. Li Fransayê hatibû dinê û malbata wî malbateke dewlemend bû. Ji bo karibe ji xwe re şêweyekî serbixwe ava bike, li Parîsê perwerdehiya şêwekariyê digire. Dema dibe ciwan gelek digere û di dema gera xwe de Rembrandt û çend şêwekarên din yên Holandî nas dike.

Wî îlhama xwe ji van şêwekaran girtiye. Dema ew dibe 30 salî ne ji klasîzmê û ne jî ji romantîzmê hez dike û xwe di van bizavan de nikare bibîne û îfade bike. Wî nexwest fîgûrên hatine îdealîzekirin çêke û ji teswîrên dîrokî jî dûr ket. Ew li pey şêweyekî nû bû û dixwest bi vî şêweyî xêz bike. Wî timî digot, “Divê hunermend herî zêde tiştên ku dizanin xêz bikin.” Ji lewma jî berê wî li xwezayê bû û dixwest wan mirovên li xwezayê dixebitin ango karkeran xêz bike. Her wiha tabloyên wî yên “nu” (tazî) jî gelek in. Jixwe, hema bêje berhemên wî hemû polîtîk bûn û ew bi zanebûn bi vê meseleyê dadiket. Ruhekî wî yê serhildêr hebû û dixwest bi vî ruhê delodînî rastiyê nîşan bide.  

Mirovên adetî û karker   

Modelên Gustave Courbert ên dihatin studyoya wî jî yan kesên ji malbatê yan jî hevalên wî bûn. Vê nêzîkatiya wî bi xwe jî nîşan dida ku wî nedaye pey fîgûrên îdeal, ji lewma fîgûrên wî ew xêz dikirin, kesên rojane bûn. Yanî wî nedixwest fîgûrên xwe îdeal yan jî birêkûpêkbûyî xêz bike, her wiha wî boyax jî li gor dilê xwe bi kar dianî û cihê firçeyên wî li ser tabloyê diyar bûn. Wî bi zanebûn ev yek tercîh dikir û dixwest bi vî şêweyê xwe yê bêteşe, tiştên anormal nîşan bide. Ji ber ku di jiyanê de her tişt ne normal bû û wî jî nedixest bi tabloyên xwe hin tiştan normalîze bike. Dîsa yek ji taybetmendiyên wî yên herî girîng ew bû ku tabloyên xwe mezin çêdikir, ji ber mirovên ji rêzê bi pîvanên mezin çêdikir gelek caran dihat rexne kirin jî, lê Courbert qet guh nedida van rexneyan û bala wî tim li ser van mirovên adetî û karkeran bû.

Ne dibistanên hunerê lê hunermend hene!

Li gorî nihêrîna Gustave Courbert dibistanên hunerê tine ne, lê hunermend hene! Courbert jiyana hunermend û serpêhatiyên wê/wî bi nirx dibîne û ji bo wî ya girîng ezmûna hunermend bi xwe ye. Ji ber van nihêrînên wî, wî û hikûmetê ti carî li hev nekirine û Courbert her tim li dijî rayedarên dewletê rabûye. Dema Napolyonê sêyem dixwaze nîşaneya şerefê bide wî û wî pîroz bike, pirr aciz dibe û ji Wezareta Çand û Huner re nameyeke wiha dinivîse, “Bi ti awayî ez nikarim vê yekê qebûl bikim. Nexasim jî di van deman de ku xiyanet û berjewendiyên mirovan zêdetir bûne, qet nikarim qebûl bikim. Ez weke hunermendekî jî ji vê yekê kêfxweş nînim û di meseleyên hunerî de dewletê peywirdar nabînim.”

‘Divê huner azad û bê sansûr be’

Dema sala 1871’ê, Napolyonê sêyem ji textê wî dikin û Komîna Parîsê derdikeve ser text, Courbert dibe “Serokê Yekîtiya Hunerî”. Di şerê Fransa û Prûsyayê de berhemên muzexaneya Louvre diparêze. Li gorî Gustave Courbert divê ti carî huner nekeve bin kontrola dewletê, her tim azad û bê sansûr be. Her hiwa divê karên hunerî û yên dewletê ji hev werin veqetandin. Ji bo vê yekê jî manîfesto û belavok nivîsandine.

Courbert weke hunermendekî tim li ber perwerdehiya akademîk rabûye û li gorî wî mamosteya herî mezin xweza ye. Dema xwendekaran perwerde kirine jî timî gotiye hûn tiştên hîs dikin û dibînin xêz bikin. Carekê dema tê, jê xwestin ku li ser dîwarên dêrê resmê ferîştahekê çêke, wî ev yek qebûl nekiriye û gotiye, “Min qet ferîştah nedîtine, nîşanî min bidin, ez xêz bikim.” Ev gotina wî nêzîkatiya wî ya realîst baş îfade dike.