Dîmenên hovîtiya dagirkeran

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 03:15

  • Gelek nexweş hene, pêwîst e girêdayî cîhazên oksîjenê bijîn lê ji ber nebûna mazotê, cîhaz naxebitin û li holê mane. Dîmenên ajansa nûçeyan ANHAyê yên ji herêmê vê rewşê zelal radixe ber çavan.

Penaberên piştî dagirkirina Efrînê li Herêma Şehbayê stirîn, ev demeke dirêj e ku ketine ber ambargo û dorgirtina hêzên hikûmeta Şamê. Ev nêzî 5 salan e ku bi rêzabên cûr bi cûr kehrebe (elektrîk), mazot, gaz, derman û xurek li ser herêmê tên qutkirin. Lewma welatiyên herêmê di şertên zehmet de dijîn.

Di 2 mehên dawî de jî hêzên hikûmeta Şamê, ambargo şidandine û destûr nadin ku tiştek ji derve ve bikeve herêmê. Lewma li gel qutkirina mazotê, xebatên xizmetguzariyê û bi taybetî jî yên tenduristiyê rawestiyane. Vê yekê jî herî zêde bandor li ser xizmetên tenduristiyê û nexweşan kiriye.

Gelek nexweş hene ku pêwîst e girêdayî cîhazên oksîjenê bijîn, lê ji ber nebûna mazotê, cîhaz naxebitin û ev nexweşên hanê li holê mane. Dîmenekç ku ajansa nûçeyan ANHA´yê li herêmê girtiye, vê rewşê zelal radixe ber çavan û pêdiviyê bi şiroveyan nahêle.

 

Zarokê nexweş bê oksîjen hiştin

Dîmen li gundê Mezarê Til Şeîr ê ser bi navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê hatine girtin. Di dîmen de tê dîtin ku zarokê bi navê Reşmar Reşo yê 5 salî bi nexweşiya rebo ketiye. Ji ber nexweûiya rebo bêhna mirovan teng dibe û mirov bi edrê dikevin. Ev zaroka 5 salî li ber jeneratorekê bi cîhaza oksîjenê ve hatiye girêdan.

Li gorî agahiyên malbatê, mazot nîne, lewma seyare kar nakin û ew jî nikarin zarokê xwe bibin bajêr. Jenerator jî kehrebê dide gund lê ji ber tinebûna mazotê, nayê pêxistin, tenê ji bo demekê ku zarok karibe oksîjenê wergire hatiye pêxistin.

Zarok belkî hinek oksîjenê digire, lê vê carê jî ketiye ber êşkenceya dengê jeneratorê û cihekî qirêj. Lewma metirsiya nexweşiyên din jî derdikeve holê.

 

Hovîtî jiyanê nas nake

Li gorî agahiyan, nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê hatiye ber girtinê. Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrîn a li kantona Şehbayê Dr. Azad Reşo bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Xaça Xor a Navneteweyî kir da ku zextê li hikûmeta Şamê bikin da ku ambargoya li ser herêmê bi dawî bike. Metirsî heye ku di demeke nêz de ji ber nebûna sotemeniyê, nexweşxane hew xizmetê bide. 

Li aliyê din di encama ambargoya hikûmeta Şamê de wesaît û jeneratorên kehrebeyê ji şemiyê (3`yê Kanûnê) ve naxebitin û xebatên xizmetguzariyê yên li kantonê hatine rawestandin, ev yek xeterê li ser tenduristiya şêniyan çêdike û gefan li jîngehê dixwe. 200 hezar Kurd û pêkhateyên din ji ber vê rewşê mexdûr bûne.

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Efrînê di 4`ê Kanûnê de ragihandibû ku dewama dibistanan heta hefteyekê tê rawestandin û heger ambargo bidome, dibe ku dirêjtir jî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.