- Di dîmen û wêneyan de asta wêraniya di avahiya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û malên sivîlan de, xuya dibe.
Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) şopên topbarana dagirkeriya Tirk li dijî navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, belge kir.
Di dîmen û wêneyan de asta wêraniya di avahiya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û malên sivîlan de, xuya dibe.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li avahiya wan a têkiliyan 4 endamên meclisê şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne. Meclisê di dauxyaniyeke xwe de piştrast kir ku ew ê li hemberî van êrişan di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.
Êrişên li dijê Şengalê, hemwextî topbarana bêserûber a li dijî navenda navçeya Zirganê û herêma Til Temirê ya tijî sivîl, pêk hatin.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişên pêr got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya hefteyekê ve êrişên xwe li dijî hêzên herêmê û gelê herêmê didomînin.
Meclisê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bajarokê Til Temirê û gundên wê, bajarokê Zirganê û gundên wê, gundên Dirdara û mezrayên wê, gundê Qibûr Qeracna, Mislta, Qebir Sixîr û Şêx El-Elî bi dijwarî topbaran kirine.
Di 17`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker gundê Tawîle yê rojavayê Til Temirê û rêya M4`ê topbaran kir û di encamê de pitikek û jina bi navê Nede
Dexam Mesîx şehîd bûn û zêdetirî 16 sivîlan birîndar bûn ku priraniya wan jin û zarok bûn.
Li dijî gundên Minbicê jî, şeva 18`ê Tebaxê û sibeha 19`ê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker gundên Kawiklî, Yalinlî û Hemra yên bakur rojavayê Minbicê bi zêdetirî 115 topan, topbaran kirin. Roja pêncşemê jî dewleta Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Cat û Toxar Sixîr topbaran kirin. Li gorî agahiyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, pêr sibehê şervanên wan hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya bicihbûna li gundê Cat şikand û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
ANHA/TILTEMIR