Dîmen bidest ketin

În 14 Tîrmeh 2023 - 12:55

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê dema xebatên hilbijartinê dikirin, êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar bi birîndarî xilas bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê êriş li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Di encama êrişa li nexweşxaneyê de Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê, hatin qetilkirin. Êriş, li pêş kamerayan û li ber çavên hêzên ewlekariyê û rayedarên dewletê hate kirin.  

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, ji bo darizandina faîlan û edaletê di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê li welêt û dervayî welet deng veda û têkoşîna edaletê ya malbatê, ji bo hemû kesî bû navnîşana lêgerîna edaletê. Heta ev têkoşîn bû mijara belgefîlm û pirtûkan. 

Nava odeyê bûye gola xwînê

2’yemîn rûniştina doza komkujiya malbata Şenyaşar ku raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, wê di 18'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê lidarxistin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) beriya rûniştinê, xwe gihand dîmenên koma lêkolîna cihê bûyerê ya polîsan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku komkujî lê hatibû kirin. 

 Di dîmenan de tê xuyakirin ku gelek gulleyên tifingên di komkujiyê de hatine bikaranîn li dîwaran zeliqî ye, qulekî bi qasî mirovek bikare tê re derbas bibe vebûye. Nava odeyê veguheriye gola xwînê. Her wiha qalikên gulleyên tifingên êrişkaran li derdorê ne. Bi qasî di dîmenan de tê dîtin, dîwarên odeyê ji xwînê sor bûne. 

Kamera hatine şikandin

Di dimênan de tîmên lêkolîna cihê kar, gulle û tifingên di komkujiyê de hatine bikaranîn tespît dikin û xuya dibe ku pacên nexweşxaneyê şikestine. Camên odeya kamerayên ewlekariyê bi kevirên parkeyê hatine şikandin, serwer hatine hilgirtin, qablo hatine jêkirin an jî hatine kişandin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.