Dilsoza doza xwe ye

Çarşem 28 Hezîran 2023 - 00:22

  • Rayedarên Tirk ji ber ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir, tehliyekirina wê 3 mehan dabû paş. Dayê Xensê doh gava hat berdan got, ew ne poşman e û ew ê dev ji doz û têkoşîna xwe bernede.   

Dayika Aştiyê Hanse Bulut, ji ber poşmantiya li ser dihat ferzkirin, qebûl nekir, tehliyekirina wê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin. Hanse Bulut doh hat berdan. Dayê Xensê, çawa ku hat berdan, got, “Ez poşman nînim. Heta ku hebim, ez dê dev ji doza xwe bernedim.” 

Dayika Aştiyê, Hanse Bulut a 65 salî, li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin û ji ber ku ferzkirina poşmaniyê li ser xwe qebûl nekiribû, tehliyekirina wê hatibû betalkirin. Hanse Bulut doh hate berdan. Malî û xizmên wê. û endamên Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) bi kulîlk û gulçîçekan Dayê Xensê pêşwazî kirin. Bulut, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û got, “Ez ji Doza Nisêbînê hatim girtin. Ez serbilind im. Poşman nînim. Heta ku hebim û li ser lingên xwe bim, ez dê bi hemû hêza xwe bixebitim û dev ji vê dozê bernedim. Gelek silavên hevalan li we hene. Dibe ku bedena min li derve be, lê nîvê ruhê min li hundir ma.” 

 

Ji ber ku ji mala xwe derneket mehkûm kirin

Bulut, di dema berxwedana xwerêveberiya li Nisêbîna ser bi Mêrdînê, ya di sala 2015’an de ji mala xwe derneketibû û bi vê sedemê, derheqê wê de bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 2 sal cezayê hepsê lê hatibû birrîn û piştî erêkirina cezayî, Bulut di 10’ê îlona 2021’ê de li navçeya Konak a Izmîrê hatibû girtin. Dayika Aştiyê Hanse Bulut beriya bê girtin li taxa Çîmentepe ya Konaka Îzmîrê dima.

Nexweşiyên Bulut ên tansiyon û qelewiyê hene. Di 24’ê Adarê de derketibû pêşberî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê û zexta “poşmaniyê” lê hatibû ferzkirin. Ji ber ku Bulut ev zext qebûl nekiribû, tehliyekirina wê ji bo 3 mehan hatibî taloqkirin. 

 

Bi awayekî sîstematîk poşmaniyê ferz dikin 

Kurê Hanse Bulutê, Abdullah Bulut gava ku tehkiyekirina dayika wî hat betal kirin, ji Jinnewsê re peyivîbû û gotibû ne tenê tehliyekirina dayika wî lê ya gelek jinên di hepsê de bi heman awayî tê betalkirin: “Dayika min sê rojan beriya tehliyekirina wê, birine hemberî heyetekê; heyete jî jê pirsa ‘Tu poşman î’ kiriye. Wê jî dema ku gotiye ‘na’ cezayê wê sê mehan hat dirêjkirin. Li ruxmê ku cezayê dayika min xilas bûye jî nayê berdan. Ne tenê ew, înfaza du jinên din ên girtî bi vî awayî hatiye taloqkirin.”

Bi her halî, doh piştî ku beriya cejnê bi rojekê hat berdan, Dayê Xensê hem ji kirinên xwe ne poşman bû û hem jî da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe dewam bike û dilsozê doza xwe ye.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.