Dilop bi erdhej, hilbijartin û siyasetê daketiye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Gulan 2023 - 03:27

Kovara “Dilop”ê ya ku serê du mehan û carekê hejmarekê derdixe, bi hejmara xwe ya 30’î derçû. Hejmara Dilopê ya 30’î ji bo mehên Gulan û Hezîranê hatiye çapkirin.

Kovara Dilop di vê hejmarê de li ser erdhejê hûr bûye û dosyayek hazir kiriye. Di vê çarçoveyê de Serpîl Îlgun bi Prof. Dr. Hatice Kurtuluş re li ser ekonomî-polîtîka erdhejê axiviye. Kurtuluş dibêje, "Desthilatdarî ji budceya dewletê bi îhaleyên mezin vê sektorê zindî dike. Ev demeke dirêj naajo, demek kurt e, lê di kurtedemê de bikaranîna budceya dewletê wekî meşrû nîşan dide. Yanî, ger erdhej çêneba, AKP'ê nedikarî ji kaseya dewletê ew qas budceyeke mezin bida vê sektorê. Yanî, erdhej ji bo sermayeyê bû firsendeke mezin."

Li aliyê din Bulent Ulus jî bi heman mijarê dakatiye û ligel Foti Benlisoy hevpeyvînek kiriye.

Ji bilî van, Fewzî Bîlge, Ozkan Zulfikar, Bilge Seçkin  Çetinkaya, Sedat Yilmaz, Mehmet Xetîb Etmankî û Vecdi Erbay bi nivîsên xwe dosyayê xurt kirine. Her wiha Welat Dilken bi nivîsa xwe ya ceribandinî bi sernavê "06.02.2023, saet 04.17" û Firat Keklik jî bi helbesta xwe ya bi navê "Erdhej" dîsa ji bo erdhejê nîvîsandine.

Meha bihurî derhêner Aram Dildar bi kurtefilmê xwe "Navnîşan" di 42'yemîn Festîval Filman a Navneteweyî ya Stenbolê de xelata Kurtefilmê Herî Serketî wergirt. Cemil Oguz ligel Dildar axiviye. Dildar dibêje, "Bila kurtefilmê min ji bo têkoşîna navên Kurdî bibe gavek.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.