Dilekî wî yê berazî heye

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:24

  • Emeliyatê nîşan da ku dilê heywanekî bêyî ku di cih de bê redkirin, di bedena mirovekî de lê bide.

Emeliyatê nîşan da ku dilê heywanekî bêyî ku di cih de bê redkirin, di bedena mirovekî de lê bide.

Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Marylandê ragihand ku doktorên Emerîkî, dilê berazekî ku genetîka wî hatiye guherandin, bi rengekî serketî xistiye bedena mirovekî nexweş.

Li gorî daxuyaniya fakulteyê, emeliyat îna bihurî hatiye kirin û vê emeliyatê nîşan da ku dilê heywanekî yekemcar bêyî ku di cih de bê redkirin li hundirê bedena mirovekî dikare lê bide.

Hîna zû ye ka gelo emeliyat wê bi kêr bê yan na, lê belê ji bo bikaranîna organên heywanan ji bo dermankirina mirovan, ev weke gavekê tê dîtin.

Nexweşê ku dilê berazekî li bedena wî xistin, tamîrkarekî ji Marylandê David Bennett e. Bennett zanîbû ku garantî nîne bê ka ceribandin wê bi kêr were yan na, lê belê dimir, lewma jî alternatîfeke xwe ya cuda tine bû.

Li gorî daxuyaniya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Marylandê, Bennett rojekê beriya emeliyatê gotiye, "Ez dixwazim bijîm. Ez zanim ku ev yek hewldaneke di tariyê de ye, lê belê ev tercîha min a dawî ye." 

Ev çend hefteyên bên wê ji bo Bennette krîtîk bin.

Dîrektorê zanistî yê bernameya veguhastina organên heywanan ji bo mirovan a Zanîngeha Marylandê, Dr. Mûhammad Mohîûddîn got, “Heger ev bi kêr bê, ji bo nexweşên ku êşê dikişînin wê bibe çareserî."

Hewldanên beriya niha yên bi vî rengî bi giranî ji ber ku bedena mirovan organên heywanan yekser red dikir, bi ser nediketin. Sala 1984'an pitika ku weke Baby Fae navdar bû, li ber mirinê bû û bi dilê meymûneke cinsê babûn 21 rojan jiya.  

MARYLAND

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.