Dilê hevşaredarê girtî hindik mabû bisekine

Çarşem 5 Çile 2022 - 02:55

Dilê Hevşaredarê Sûrê yê berê Seyîd Narîn di hepsê de hindik mabû bisekine. Seyîd Narîn li hepsa Kalkandere a Rizeyê tê ragirtin. 

Hevşaredarê Sûra Amedê yê berê Seyît Narîn ev bû 6 sal û 3 meh ku di hepsê de ye û niha li Hepsa Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê tê ragirtin. Di hepsê de ji ber celta dil, doh hindik mabû dilê wî bisekine. Li gorî agahiyên ji xizmên wî hatine girtin, doh serê sibehê celta dil li Seyît Narîn dixe kir û pişt re ew rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rizeyê. Hat zanîn ku dermankirina Seyît Narîn dewam dike.  Seyît Narîn li nexweşxaneyê hatiye anjiyokirin jî.

Xizmên Narîn ragihandin ku ev 2 sal in ew nikarin biçin serdana wî û wan got, “Em bi fikar in, heke li vir bûya, em ê zû biçûna cem wî, me dikarî rehet xwe bigihînin wî. Lê gelekî dûrî me ye. Ji bo ku were nêzîkî me, em daxwaznameyan ji bo sewqê didin lê her carê red dikin. Em ji jiyana wî bi fikar in.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.