- Dadgeha Dortmundê tenê sê sal li tohmetbarê qetla Ibrahîm Demirî birrî. Tohmetbarê qetlê Aşir Atalay weke nijadperestê Tirk dihat nasîn.
Nijadperestê Tirk Aşir Atalay, Kurdê bi navê Ibrahîm Atalay ê seqet û bejnkurt bi derbehişkan qetil kiribû. Dozgeriyê ji ber birîndarkirinê doz li qatil vekiribû. Aliyê mudaxil yanî malbata Demir û parêzerên wan ji destpêkê ve dixwest qatil ji ber kuştina mirovekî bê dadgehkirin. Lê heyeta dadgehê ji ber birîndarkirinê tenê ceza li nijadperestê Tirk birrî, ew jî sê sal cezayê hepsê ye. Parêzerê malbata Demir, Bariş Yeşil got, "Em dixwazin gunehbar ji ber kuştina bi qest a mirovekî bê dadgehkirin. Em ê li ber biryarê rabin."
Li bajarê Elmanyayê Dortmundê,16'ê Gulana bihurî nijadperestê Tirk Aşir Atalay bi derbehişkan Ibrahîm Demir (41 salî) ê seqet û bejnkurt qetil kiribû. Faşîstê Tirk piştî ku nasnameya wî eşkere bûbû, hîna nû 19'ê Gulanê piştî ku teslîm bûbû, hatibû girtin. Li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Dortmundê dadgehkirina tohmetbarî 5'ê Mijdarê dest pê kir û pêr (7'ê Kanûnê) rûniştina biryarê ya dozê hebû. Tevî ku parêzerên aliyê mudaxil xwest "ne ji ber birîndarkirinê, lê ji ber bi qesd kuştina mirovekî" doz bê vekirin jî, heyeta dadgehê ji ber birîndarkirinê tenê sê sal cezayê hepsê li Aşir Atalay birrî.
Kesê sêyem ê xeyalî
Parêzer Bariş Yeşil li ser biryarê ji me re got, "Heyeta Dadgehê guman dike ku kesekî sêyem hebe. Li gorî îfadeya hin şahidan terîfa kesê li Ibrahîm dayî û kesê ji devera bûyerê revî, hev nagire. Ji ber îfadeyên şahidan û kêmbûna delîlan, ji ber birîndarkirinê salek cezayê hepsê li Aşir Atalay hat birrîn."
Malbata Demir li ber biryarê radibe û dixwaze Aşir Atalay ji ber "kuştina bi qest" bê dadgehkirin.
Di îfadeya yekê de li xwe mikur hatibû
Qatil ê tohmetbar Aşir Atalay piştî ku hat girtin di îfadeya xwe ya pêşî de li xwe mikur hatibû ku li Ibrahîm Demir xistiye. Berê jî li Aşir Atalay ji ber ku mirov birîndar kirine û şêlandiye salek cezayê hepsê hatibû birrîn. Dayika Îbrahîm jî di îfadeya xwe ya li dadgehê de gotibû beriya bê qetilkirin, gef li kurê wî hatine xwarin û bi zorê pere jê hatine standin.
NAVENDA NÛÇEYAN