Dijminatiya miriyan jî dikin!

Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:37

Di çend rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî gundên li eniyên şer ên bakurê rojhilat û bakurê rojavayê navçeya Til Temirê kir.

Ji nava wan gundan yek jî gundê Til Şenan ê Asûriyan ku li rojhilatê navçeya Til Temirê ye û nêzî rêya navneteweyî M4 e. Dewlet Tirk goristana şehîdan a gund jî topbaran kir. 

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Xabûrê yên Asûrî Nebîl Werde got: “Topbaran ji 2 mehan ve berdewam e. Heta niha jî gundên Asûriyan dikin hedef. Ji gundê Til Tawîl ê li rojavayê Til Temirê bigire heta bigihêje gundên Til Kêfçî, Til Cuma, Til Şenan ê rojhilatê Til Temirê.”

Werde diyar kir ku di 24 saetên borî de dewleta Tirk zêdetirî 60 top li gundê Til Şenan xistine.

Sûcên şer in

Werde wiha peyivî: “Sûcên ku dewleta Tirk pêk tine, sûcên şer in. Ew armanc dike ku şêniyên resen ji herêmê koçber bibin. Hedefgirtina goristana Til Şenan berdewama sûcên dagirkeriyê yên li dijî goristanên şehîdan ên Efrînê ye. Dewleta Tirk di êrişên xwe de cudahiyê naxe navbera pêkhateyan û pîroziyên wan, ew hemû gelan dike hedef.”

Bebîl Werde di dawiyê de got: “Êrişên li ser gundên Asûriyan berdewama koçberkirin û komkujiyên sala 1915’an ên li dijî me ne.” 

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.