Dijî êrişan helwestê nîşan bidin
Şemî 21 Kanûn 2024 - 03:10
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) êrişa dewleta Tirk a dagirker ku li dijî rojnamevanan pêk hat û 2 rojnamevan şehîd bûn, bi tundî şermezar kir û peyama, “Em ê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin” da. Her wiha bang li saziyên ragihandin û mafên mirovan kirin ku helwest nîşan bidin. YRA û YRJ’ê derbarê mijarê de li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku gelek rojnamevan tevlî bûn de, wêneyên Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Alan Meîş ve bi zimanê Kurdî, ji aliyê Arîn Siwêd ve jî bi zimanê Erebî hat xwendin.
Dewleta Tirk şerekî hovane dimeşîne
Daxuyanî wiha ye:“Ji 8’ê Kanûnê (2024) ve dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê zêde kirine. Di demeke ku hemû cîhan li ser avakirina sîstemek nû ya li Suriyeyê ku hemû pêkhate tê de werin temsîlkirin, nîqaş dikin de, Çapemeniya Azad hewl dide vê rastiyê ji raya giştî re ragihîne. Hevrêyên me yên rojnamevan, ji bo pêkanîna vê erka xwe ya exlaqî û dirokî, li hemû eniyên ku êriş li ser hene, bê dudilî kar dimeşînin, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ji gel û raya giştî ya cîhanê re radigihînin. Dewleta Tirkiyê bi van êrişên xwe tevahî nirxên civaka me hedef digire, her wiha ragihandina ku rastiya wan eşkere dike jî xisteya pêşiya êrişên xwe. Li gorî hemû peymanên navnetewî mafê rojnamevanan ê şopandina şer û pevçûnan heye û divê neyên hedefgirtin. Lê dewleta Tirkiye li hemberî Çapemeniya Azad şerekî hovane dişemeşîne. Weke eniyeke bi bandor a têkoşînê, Çapemeniya Azad, di rêwitiya xwe ya heqîqetê û eşkerekirina rastiyan de, berdêlên giranbuha dane.
Em ê têkoşîna wan mezin bikin
Herî dawiyê di encama êrişeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de du hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Di vê êrişa nemerdane de hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Cîhan Bîlgin şehîd bûn. Herdu hevalên me ji roja destpêkê ya êrişên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê têm domkirin ve, berxwedaniya li herêmê dişopandin. Roja 19’yê Kanûna 2024’an jî dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15:20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de herdu hevalên me şehîd bûn, ajarokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî, birîndar bû. Em vê êrişa hovane ya li hemberî herdu hevalên me yên rojnamevan bi tundî şermezar dikin. Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamereyên wan li erdê nehêlîn. Em bang li hemû rojnevamanan dikin ku bibin alîgirên rastiyê û bibin şopdarên Çapemeniya Azad ku îro di oxira wê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Her wiha em bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan, dîsa saziyên mafên mirovan ên navnetewî dikin ku li hemberî vê hovîtiyê denge xwe bilind bikin. Weke Çapemeniya Azad em soz û biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşîna hevrê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên ragihandinê nû dikin.”
ANHA/QAMIŞLO