- Li Elmanyayê yekşema bihurî di hilbijartinên giştî de partiya Çep (Die Linke) dengê xwe nivî bi nîvî kêm kirin; heta di bin benda ji sedî 5 a hilbijartinan de jî ma.
NÎHAL BAYRAM
Li Elmanyayê yekşema bihurî di hilbijartinên giştî de partiya Çep (Die Linke) dengê xwe nivî bi nîvî kêm kirin; heta di bin benda ji sedî 5 a hilbijartinan de jî ma. Lê ji ber qaîdeya, ”heger partiyek ji 3 herêmên hilbijartinê namzetên yekser bi ser bixe” karî bi 39 parlamenteran bi ji sedî 4.9´ê dengan bikeve parlamena federal. Bi vî awayî hejmara parlamenterên wê ji 69´an daket 39´an.
Gokay hat hilbijartin
Yek ji namzetên Partiya Çep Gokay Akbulut bû. Ew di lîsteya partiya xwe ya Baden Wurttembergê de di rêza 2´yan de namzet bû. Gokay Akbulut a bi eslê xwe ji Kurdên Qeyseriyê, beriya hilbijartinê gotibû, ”Her dengê bidin Partiya Çep ji bo ewlekariya civakî, siyaseteke hevgirtî ya avhewa û aştiyê ye.”
Li Sachsenê jî ji lîsteya partiya Keskan ji rêza 4´an Kassem Taher Saleh jî karî bikeve Parlamena Federal.
Sevim Dagdelen jî ku ji sala 2005´an ve di parlamena federal de ye, ji Partiya Çep li NRW´ê karî bê hilbijartin. Wê got, encam îşaret bi şikestineke dîrokî ya Partiya Çep dikin û divê êdî dersên lazim bên girtin.
Hevserok îstîfa dike?
Partiya Çep hem ji ber minaqeşeyên di nava xwe de û hem jî ji ber propagandaya reşkirinê ya namzetê serokwezîriyê yê CDU´yê Armin Laschet dengê xwe gelekî kêm kirin. Piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin, hevseroka Partiya Çep Susanne Hennig-Wellsow got, heger ew dibin benda hilbijartinê de bimînin, ew ê îstîfa bike.
Wissler: Derbeke giran
Hevseroka partiyê Janine Wissler û serokê koma partiyê ya di parlamenê de Dietmar Bartsch jî daxuyaniyeke hevpar da û got, encam derbeke giran in ku li partiya wan ketiye. Wissler got, „Êdî mesele ew e ku em partiyê ji nû ve bînin ser hemdê wê.”
Dietmar Bartsch jî got, ”Di warê mijarên stratejîk û şexsî de divê bê tabû em minaqeşe bikin.”