Didizin û dibin derve

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:57

Rêxistina Emerîkî OCCRP ragihand ku hinek endamên malbata Barzanî serwetên xwe birine derve, ketine nava gendeliyê û wiha got:“4 biraziyên Mesûd Barzanî Camî, Cudî, Lamîna û Erîna zarokên Sîhad Barzanî serwetên xwe şandine welatên Karayîpê.”

Dema ku serkirdeyên PDK’ê û Mesûd Barzanî welatiyên Herêma Kurdistanê di bin navê referandumê de teşwîq dikirin ku biçin ser sindoqan, li gor rapora rêxistina OCCRP ya Emerîka, çar biraziyên Mesûd Barzanî bi kişandina serweta xwe ji bo welatên Karayîp û kirrîna erd û cihan ve mijûl bûn.

Rêxistina OCCRP ku ji bo eşkerekirina dosyayên gendeliyê taybet e, di raporekê de diyar kir ku 4 biraziyên Mesûd Barzanî  Camî, Cudî, Lamîna û Erîna zarokên Sîhad Barzanî serwetên xwe şandine welatên Karayîp da ku li van welatan ji lêpirsînên qanûnî dûr bikevin û serwetên xwe zêde bikin.

OCCRP li gel navên Barzaniyan qala hinek rayedarên Iraqê kir ku nav de Parêzgarê berê yê Banka Navendî ya Iraqê ku bi rêya ne yasayî serwetê xwe kişandiye derveyî welat.

Ev ne cara yekê ye ku kur, birazî û neviyên Barzanî bi gendeliyê tên tawanbar kirin, di heman demê de sala borî çend medyayên Emerîkayê belav kiribûn ku Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî xwediyê çend koşkên biha li Emerîkayê ne. Li rex vê demek dirêje ku hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê xelkê Herêmê belav nake.

Di nava sê salên borî de pasaportên Domînîkî ji ber gumana gendeliyê hatine rawestandin. Li gorî rêxistina Emerîkî 7 hezar û 700 kes, karmend û xizmên wan pasaport wergirtine.

Hêjayî gotinê ye ku xwediyên pasaporta Domînîkî dikarin bêyî vîzeya fermî biçin 144 welatan, ev jî bûye sedem ku gelek berpirsên Iraqî û Kurdistanî, di nav wan de malbata Barzanî, pasaporta Domînîkî jî hebin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.