Dibistanên herêma Firatê piştî erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ya 6´ê Sibatê, hatibûn girtin kirin. Ev dibistan ji nû ve hatin vekirin û dest bi perwerdeyê kirin.

Bi erdheja 6'ê Sibata 2023'an re ku li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da û bandor li Bakurê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji bo parastina xwendekaran, 641 dibistanên li herêma Firatê hatibûn girtin. Di encamê de 1.248 xwendekarên amadekarî ji destpêkirina dibistanê re dikirin, 49.986 xwendekarên seretayî, 10.757 xwendekarên dibistana navîn û 2.505 xwendekarên amedehiyê, bi giştî 64.496 xwendekar ji xwendinê bêpar man.

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê, biryara ji nû ve destpêkirina xwendinê da û bi vê yekê re xwendekaran berê xwe da dibistanê.

Di encama erdhejê de xisar li 13 dibistanên li Kobanê bûbû.

ANF/KOBANÊ