Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê hem daran dibirre û hem jî dişewitîne. Di dema tevgerên dagirkeriyê yên li Kurdistanê, eskerên dagirker agir bi daristanan dixin û dişewitînin. Lê li aliyekî din jî bi destê cerdevanan an jî hinek şîrketên keysbaz darên li Kurdistanê dibirrin û li bazarên Tirkiyê difroşin. Mînak sala 2020’an li Heftenînê gelek daristan birrîn û hema bêje 350 ta 400 ton dar bi wesayîtên barhilgir veguhestin aliyê Bakure Kurdistanê.

Li gorî çavkaniyan şîrketek bi navê Mencet Înşaat a li Şirnexê vî karî dike. Ev şîrketa ku kesê bi navê Metîn Babat berpirsyariya wê dike, li gel birîna daran îhaleyên artêşa Tirk ên çêkirina rê, cihên çavdêriyê yên leşkerî, qereqol û baregehan wergirtiye. Li aliyekî herêmên daristanî tune dikin, li aliyê din jî li van herêmên hatine wêrankirin, rê û baregeh tên çêkirin.

Beriya niha Endamê Polîtbûroya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre bi daxuyaniyekî dabû zanîn ku dewleta Tirk wan deverên ku lê daran dibire, kiriye.

Li dijî talana daristanên Kurdistanê, li Silêmanî, Hewlêr, îdareya Raperîn, Germiyan û Helebceyê welatî meşiyan. Lê Parlementoya Herêmê li ber vê talankariya Tirk bêdeng ma. Tevî ku 36 parlementeran îmze komkirin û xwestin parlemento li ser talankirina xwezaya Kurdistanê bicive, lê heta niha ev civîn pêknehatiye û parlemento bêdeng maye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ