Dibe ku mîna Efrînê lihev bikin

Sêşem 19 Cotmeh 2021 - 01:56

  • Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nurî Mehmûd bal kişand ser gefên dewleta Tirk û diyar kir ku metirsî û pêşbîniyên lihevkirinek mîna Efrînê pêk were heye.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nurî Mehmûd bal kişand ser gefên dewleta Tirk û diyar kir ku metirsî û pêşbîniyên lihevkirinek mîna Efrînê pêk were heye.

Nurî Mehmûd têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Dewleta Tirk tenê li Azerbeycan, Iraq û Lîbya nerawestaye, belku dixwaze sînorê Tirkiyeyê derbas bike û seltaneta Erdogan ava bike. Di hundirê Tirkiyeyê de çend krîz hene. Mûhalefeta Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê bi giştî dixwazin sîstema faşîst û cîhadîst biguherin. Ji bo ku Erdogan li ser piyan bimîne, tenê siyaseta şer dimeşîne.”

Metirsî heye

Nurî Mehmûd diyar kir ku ji derveyî şer tiştek di destê desthilata Erdogan de nemaye û wiha domand: “Metirsî heye ku Erdogan rewşek şer ragihîne, heta ku rewşek awarte li hundirê Tirkiyeyê jî ragihîne. Ji derveyî şer tiştek di destê desthilata Erdogan de nemaye.”

Nurî Mehmûd bal kişand ser helwêsta hikûmeta Sûriyeyê û got hikûmeta Sûriyeyê bi din bandoriya berjewendiyên Rûsya û Îranê de ye û wiha pêde çû: “Rûsyayê gavek berçav a di berjewendiyên gelê Sûriyeyê de ji bo rewşa Sûriyeyê neavêtiye. Berjewendiyên xwe li ber çav digire.”

Nurî Mehmûd pêşbînî dike ku mîna Efrînê lihevkirinek metirsîdar pêk were û wiha domand: “Di demek nêzî 10 salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di her êrişekê de di çarçoveya mafê parastina rewa de, em mafê xwe bikar tînin. Me ti demî êriş ti aliyan nekiriye. Ti deman jî dagirkerî, çete, DAIŞ, Qaîde û paşmayên terorê yên li nêzî Erdogan û Tirkiyeyê qebûk nakîn.”

Di nava 6 mehên borî de

Li gorî daxuyaniya QSD’ê, di nava 6 mehên borî de, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran 306 êriş li ser herêma Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir, Zirgan û riya M4 û hin herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye. Di heman demê de 16 êrişên hewayî pêk hatine û di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.