Dîaspora dûrî Erdogan dibe

Pêncşem 20 Gulan 2021 - 03:02

  • Axir Gungor ji Bernhard Ichner re gotiye, “Xeml û beriqîna Erdogan li Stenbolê ji ber krîza aborî kêm dibe, hem li Tirkiyeyê û hem jî di nav Tirkên Awusturyayê de.” Ev tesbîteke hema welê nîne. Em behsa wî welatê Ewrûpa dikin ku rêjeya alîgirên Erdogan ji hemû welatên din zêdetir e di nava dîasporaya Tirk de. 

Şerê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk buha ye. Ji niha ve krîza aborî ya bûye sedem bêhn li dewleta Tirk û desthilata Erdogan çikandiye. Êrişên dagirkeriyê yên li gelek bereyan jî nekarîn bêhna wê bînin ber wê. Bêhtir eşkerebûna mafyatiya dewleta Tirk jî ji bo vê meselê kir ku mirov bibêje, “li bavê xwe zêde kir”. Tesîra vê li alîgir û hevalbendên hikûmeta Tirk û nexasim jî Tayip Erdogan çêbû. Li gorî daneyên berdest, alîgirên Erdogan li Ewrûpayê kêm dibin û devjeniyên wî jî êdî pere nakin. 

Devjeniyên Erdogan  êdî pere nakin
Di warê aborî û siyasî de Erdogan ketiye quncikê, nizane çi bike. Şerê qirêj ê ji bo qirkirina Kurdan jî nexasim piştî şikestina artêşa wî li Garê, rewşa wî xirabtir kir. Ev rewş tesîreke çawa dike li dîasporayê Tirk a ku gelekî hevalbendiya Erdogan dike? Rojnamevanê Kurierê yê li Awusturyayê Bernhard Ichner li ser mijarê serê xwe êşandiye. Kenan Gungor sosyolog e û weke pisporên koçberiyê tê naskirin. Ew ji bo meseleyên Erdogan her roj du roj li rojevê zêde dike, dibêje, “Pişta Erdogan siyasî û aborî li dîwarekî ye, asê maye. Ji ber wê bi sed zorî û zehmetiyê destê xwe diavêje wan babetên ku dikarin ji bo wî bi kêr bên.”

Yanî êrişkariya wî ya bi devjeniyê ya li serokwezîrê Awusturyayê Kurz a ji ber hildana alaya Îsraîlê, li gorî vê tenê ji bo wê yekê ye ku Erdogan karibe hinekî bêhnê bîne ber xwe. Di rastiyê de ti tesîreke ji vê û wê de jî diyar e nîne.

Di salekê de ji sedî 10 li xwe kêm kir 

Axir Gungor ji Bernhard Ichner re gotiye, “Xeml û beriqîna Erdogan li Stenbolê ji ber krîza aborî kêm dibe, hem li Tirkiyeyê û hem jî di nav Tirkên Awusturyayê de.”

Ev tesbîteke hema welê nîne. Em behsa wî welatê Ewrûpa dikin ku rêjeya alîgirên Erdogan ji hemû welatên din zêdetir e di nava dîasporaya Tirk de. 

Niha di nava alîgirên AKP´ê bi xwe de jî rêjeya kesên bawer dikin wê rewşa dewleta Tirk di warê aborî de baş bibe bi zor digihîje ji sedî 30´î.

Lê ne tenê ev jî. Biryarên Erdogan ên li dijî azadî û mafên jinan ên weke vekişîna ji Peymana Stenbolê, siyaseta Erdogan a pandemiyê jî tesîreke mezin kirin li hilbijêrên Erdogan. Kenan Gungor dibêje, vê tesîra xwe li wan beşên dîasporaya Tirk jî kiriye ku ji kezebê ve dilsozê Erdogan bûne. Yanî ew alîgirên Erdogan ên ku êriş dibirin ser Kurdên li Viyanayê, niha kêm dibin. 

Tevî ku li ber destan hejmarên diyar nînin jî, em dikarin bibêjin, ji sedî 40´ê Tirkên li Awusturyayê niha alîgirên Erdogan in. Ev rêje par zêdeyî ji sedî 50´î bû. 

Êdî ne depoyeke dengan be

Heger em ji bo tevahiya dîasporaya Tirk vê weke nîşanekê bibînin, em dikarin li bendê bin ku dîaspora wê ji bo AKP´ê êdî ne depoyeke dengan be. 

Dewleta Tirk, nexasim jî Erdogan bi xwe bi rêya têkiliyên bi çeteyên Tirk, nijadperestan û bi bikaranîna çalak a MÎT´ê û konsolosxaneyan, ji nava dîasporya Tirk a li Ewrûpayê xwe xurt kiribû û pirraniya dengên ji Ewrûpayê werdigirtin. Yek ji rêbazan, sîstema fîşkirina Kurd û Tirkiyeyiyên li Ewrûpayê bû ku bi çavtirsandinê alîgir ji xwe re çêdikirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.