Di têkoşîna azadiyê de 3 jin

Şemî 4 Çile 2025 - 02:15

  • Jinan, diyar kirin ku têkoşîna ku her sê jinan li Botanê daye meşandin ew ê tu caran ji bîr nekin û gotin ku li tevî her êrişekî her sê jin bi bêhempa li berxwe dan. 

Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê Çileya 2016’an di dema qedexeya derketina kolanan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin, hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan re 9 sal derbas bûn. Her sê jinên têkoşer, di temenê xwe yê biçûk de li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hiştin. 

Bi minesebeta salvegera 9'emîn a qetilkirina her sê jinan, hevalên wan ên xebatê têkildarî wan axivîn. 

Têkoşîn ji xwe re esas girtibûn

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Şirnexê Adalet Fîdan, bi lêv kir ku her sê jinan di têkoşîna azadiya jinan de ked û têkoşîneke bêhempa dane û têkoşîna wan û hevaltiya bi wan re kirî wiha vegot: “Li çar parçeyên Kurdistanê 40 sal in têkoşîneke bêhempa tê dayin. Di nava vê têkoşînê de jî jinan cihên girîng girtine. Jinan pêşengiya têkoşînê kirine. Heval Sêvê, Pakîze û Fatma jî sê mînakê vê bûn. Dema ku mirov dîroka desthilatdaran dinêre, mirov dibîne ku wan her tim jin ji xwe re weke xetere dîtine. Ez bi salên dirêj bi her sê hevalan re xebitîm. Her sê heval hem aktivîstên KJA'yê û hem jî rêveberên partiyê bûn û di meclisa partiyê de jî karê xwe meşandin. Her sê heval jî qadên jinan de cihê xwe girtibûn û xebatên xwe dikirin. Sê hevalên dilnizm, sê hevalên fedakar bûn. Ev her sê heval ji bo azadiya jinê û azadiya gelê xwe têkoşîneke bêhempa dan. Li Parîsê jî sê jin hatin qetilkirin û piştî wê li Silopiyayê ev her sê hevalên me hatin qetilkirin. Ji dîaspora bigire heta ku her çar parçeyên Kurdistanê de jina ku di vê têkoşînê de cihê xwe digire tê hedef girtin. Jina ku dibêje,'ez koletiyê qebûl nakim û ji bo jiyaneke hevpar tedikoşim' tê hedef girtin. Her sê hevalên ku 9 sal beriya niha li Silopiyayê hatine qetilkirin jî ev têkoşîna ji xwe re esas girtibûn." 

Dilsoziya wan pir zêde bû 

Dayika Aştiyê Zeynep Begenîr a ku bi her sê jinan re xebat daye meşandî jî anî ziman ku ew têkoşîna ku her sê jinan li Botanê daye meşandin ew ê tu caran ji bîr nekin û got ku li tevî her êrişekî her sê jin bi bêhempa li berxwe dan. Zeynep Begenîr, wiha domand: “Ew tişta ku me dîti heke ku herkesî dîtiba wê demê hemû cîhan dê bizaniba ku me çi kişandiye. Wê demê van zarokan aştî, wekhevî û azadî daxwaz kir. Lêbelê vê dewletê lê nenêrî ku jin e, zarok e, ciwan e çi ye, hema yek carê de qetilkirin. Ev her sê hevalên me jî wê demê hatine qetilkirin. Sê jinên siyasetmedar hatine qetilkirin herkesî guh û çavê xwe girtin. Em 26 rojan di bin dorpêçê de man. Me bi van çavên xwe her tiştek dît. Her sê hevalên me yên jin bi komployê hatin qetilkirin. Divê ku tevahiya cîhanê li ser qetilkirina van her sê jinên siyasetmedar axivî bûyan. Bi zanebûn ev her sê hevalên me hedef girtin. Piştî ku qetilkirin jî îşkence li cenazeyê wan kirin. Jinên zana bûn, bi aqil bûn. Hevaltiya wan û dilsoziya wan a bi dozê re pir zêde bû. "

Bûn sembola têkoşînê

Ji aktivîstên TJA'yê Besê Cevîz a ku bi her sê jinan re maye jî da zanîn ku her sê jin bûne sembola têkoşîna azadiya jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bejna xwe li ber keda wan ditewînim. Her sê hevalên me siyasetmedar bûn. Her roj li qadan bûn û di nava gelê xwe de bûn. Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin her tim tên hedefgirtin. Di wê rojê de bîra min naçe li Taxa Ş. Harun heval Sevê piştî 22 rojan hat pêşiya gel girt û got,'neçin şer xelas bû.' Piştî ku van gotinan dema ku ji taxeke din derbasî taxa din dibin her sê jî bi hevre ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin. 9 sal bi ser qetilkirina van hevalan re derbas bû lêbelê hê yek kujer nehatiye darizandin. Kujer diyar in û ev kujer tên veşartin û parastin. Ez bi Fatmayê re li taxan de xebitîm. Heval Fatma di temenê xwe yê 12 salî de kete nav xebatan. Heta dawiyê jî di nav xebatên jinan de cihê xwe girt. Ez bi her sê yan re jî xebitîm. Hevalên pir hêja bûn û keda ku wan kedeke pîroz bû." 

MA / ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.