Di sermê de cêwiyên 5 salî tazî kirin

În 25 Adar 2022 - 22:18

  • Di Newroza Bismilê de polêsên dagirkeriya Tirk cilûbergên kurdî yên cêwiyên 5 salî ji wan kirine û ew birine qereqola dagirkeriyê. 

Di Newroza Bismilê de polêsên dagirkeriya Tirk cilûbergên kurdî yên cêwiyên 5 salî ji wan kirine û ew birine qereqola dagirkeriyê. Li gorî nûçeya Fethî Balaman a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de bûyer 19'ê Adarê di dema pîrozbahiya Newrozê de qewimiye. Polêsên dagirkeriyê gelek kes bi hinceta "kincên rêxistinê li xwe kirine" yan asteng kirin yan jî ew kirin nezaretê. 

Du ji van kesên polêsên Tirkan kiriye nezaretê Arîn û Esîn in. Ew cêwî ne û 5 salî ne. Diya wan Zeynep Bîçer jî roja pîrozbahiyê hatiye binçavkirin. Polêsan cêwiyên wê jî pê re birine Midûriyeta Polîsan a Bismilê. Li vir polêsan pirsiye "We ev cilûberg ji ku derê kirrîne? Ma hûn nizanin ew qedexe ne?" Dayika wan Zeybep Bîçerê jî gotiye: "Em berê jî bi van cilûbergan çûne Newrozê." Polêsê Tirk şûna tililyên her du cêwiyan 5 salî jî girtiye û hîna nû ew berdane.
 
Dîsa kirin nezaretê 

Dayik Bîçer, piştî ku hatiye berdan, cilûbergên Kurdî ji ber zarokên xwe kiriye û careke din çûye pîrozbahiya Newrozê. Piştî pîrozbahiyê bi hinceta "te îmze nedaye" polêsên Tirk ew careke din kirine nezaretê. Polêsan ew rojekê di nezaretê de hiştiye.

Nedîm Bîçer, hevjînê Zeynep Bîçerê ye. Wî got, "Bêyî ku biryarek bê nîşandan ev qedexe danîn ber me. Ev ne tiştekî qanûnî ye. Tiştekî kêfî ye û cêwiyên me kirin nezaretê. Di wê sar û seqemê de cilûbergên wan ji wan kirin. Paşê ew birin midûriyeta polêsan. Yanî bi awayekî bêhiqûqî ew kirin nezaretê.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.