- Ji bo berhemên Georgia O'Keeffe yên destpêka salên 1920ʼan şiroveya "Dengênî û bêmînakbûna karê wê yê hunerî yê destpêkê" wê harîqulade dike, têkirin. Lewma hingê li Ewrûpayê bi xwe jî pirr kêm hunermend bi miceredkirinê dadiketin.
Georgia Totto O'Keeffe hunermendeke Emerîkî ye ku weke "Dayika modernîzma Emerîkî" hatiye binavkirin. Ew bi resmên xwe yên rengandina gulên mezinkirî, avahiyên pirrqatî yên New Yorkê û erd û deverên New Mexicoyê navdar e. Ew hem bi muceredkirinê û hem jî bi hêmanên weke surrealîzm û prekîsyonîzmê, di dîroka hunerê modern li Emerîkayê de bi saxiya xwe bûbû efsaneyek.
Georgia O'Keeffe sala 1887´an hat dinê û weke adetê sala 1905´an dest bi perwerdeyeke hunerî ya cidî kir. Wê li Dibistana Instîtuya Huner a Chicagoyê û paşê li Lîga Xwendekarên Huner a New York xwend. Lê dersên ku hîn dikirin kopîkirina xwezayê muhim e ew aciz kirin. Lê ji ber ku nekarî cihekî din ê xwendinê peyda bike, ji bo 2 salan ji 1908ʼan û pê ve ji pîşesaziyê û ticaretê re resm xêzkirin û paşê ji 1911ʼan heta 1918ʼan li Virginia, Texas, û Carolinaya Başûr ders dan.
Hunerê kopîkirinê têra wê nekir
Wê hingê havînan xwe bi xwe huner xwend, çû dersan û prensîpên Arthur Wesley Dow nas kirin; wî berhemên xwe li gorî stîl, dîzayn û şiroveya subjeyan ya xwe ya ferdî, çêdikirin. Yanî wî tercîh nedikirin tiştan yan jî xwezayê kopî bike. Ha vê yekê rê li ber guherîneke mezin vekir ka Georgia O'Keeffe çawa bi huner dakeve. Vê yekê xwe di berhemên wê yên bi komirê xêzkirî yên sala 1915ʼan gelekî eşkere da der. Mirov dikare behsa muceredkirineke mutleq bike di berhemên wê yên hingê de.
Bi vî terhî, sala 1917ʼan Alfred Stieglitz pêşangeheke berhemên wê li New Yorkê vekir û salekê paşê jî li ser daxwaza wî Georgia O'Keeffe bar kire New Yorkê. Ji hingê û pê ve wê gelek berhemên mucered afirandin, nexasim jî ew gul û kulîlkên ku ji nêzîk ve (close-up) xuyakirî hatine xêzkirin. Gelek kesan ev xêzkirinên wê şibandibin genîtalên jinan jî, wê ev niyeta hanê ku dixin stûyê wê timî red kir.
Li New Mexicoyê afirand
Heta 1929ʼan Georgia tevî mêrê xwe Stieglitz li New York ma. Jê û şûn ve ew qismekî salê çû Southwestê, ku ji bo wê dibû îlhama çêkirina berhemên li ser erda New Mexicoyê û li ser qoqên seriyên heywanan ên weke çêlekan: Red, White, û Blue, û Ram's Head White Hollyhock and Little Hills. Piştî wefata mêrê xwe (1946) ew êdî daimî li New Mexicoyê ma. Sala 2014´an resma wê ya ji sala 1932ʼyan bi 44 milyon û 405 hezar dolaran hat firotin û bû berhema herî zêde pere pê dayî ya hunermendeke jin. Jixwe di saxiya xwe de jî, hunermenda herî zêde destheq ji bo berhemên xwe digirtin, ew bû. Piştî mirina wê (1986) li bajarê herî dawî lê mayî Santa Feyê sala 1997´an Muzeya Georgia O'Keeffe hat damezrandin.
Bi hunerê xwe, xwe da qebûlkirin
Hîna di saxiya xwe de li nav alema hunermendên Emerîkî de Georgia efsaneyek bû, ji salên 1920ʼan û pê ve. Sedema vê jî ne ku tenê ruhekî wê yê azad hebû, lê ji ber ku wê berhemên gelekî dramatîk û nûker çêkirin. Ji bo berhemên wê yên hingê rexne yan jî şiroveya "Dengênî û bêmînakbûna karê wê yê hunerî yê destpêkê" wê harîqulade dike, têkirin. Lewma hingê li Ewrûpayê bi xwe jî pirr kêm hunermend bi muceredkirinê dadiketin. Lê ne tenê muceredkirin jî, di berhemên wê yên hunerî de gelek hêmanên tevgerên hunerî yên modernîst hene ên weke surrealîzm û prekîsyonîzmê jî hene. Bi her halê berhemên wê tenê bi stîla wê ne. Bi xêra xet û grafîkên xwe yên xurt, di nava deh salekê de derdorên hunerî ew weke jineke hunermend a serketî qebûl kirin. NEW YORK