Li gorî daneyên dawî yên Kolbernewsê di sala 2020’an de li ser sînorê navbera Rojhilat-Başûr û Rojhilat-Bakurê Kurdistanê de, di encama êrişên çekdarên Tirk û Îranê de, 67 kolber hatine kuştin û 163 jî birîndar bûne.

Ji 67 kolberên hatine kuştin, 53 ji wan bi guleya hêzên rejîma Îranê, 6 jî bi guleyên rasterast yên hêzên Tirkiyeyê hatine kuştin. 2 kolber di nava berfê de qefilîn. 2 kolber di nava robar de xeniqîn, 4 kolber jî di rêya kolbertiyê de bi qezaya trafîkê mirin.

Ji 163 birîndaran, 130 kolber bi guleyên rasterast yên êrişên hêzên Tirk û Îranê birîndar bûne. 11 kolber jî ji çiya ketin û birîndar bûn, 6 kolber di encama teqîna mayînan de birîndar bûn. 5 jî ji ber lêdana hêzên çekdar yên Îranê birîndar bûn. 2 ji ber semayê û 2 jî di qezaya trafîkê de birîndar bûn.

ROJNEWS/SILÊMANÎ