• Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Hewlêrê girtî ne, li dijî binpêkirina mafên mirovan ev 9 roj in di rojiya mirinê de ne.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Hewlêrê girtî ne, li dijî binpêkirina mafên mirovan ev 9 roj in di rojiya mirinê de ne.

Li Herêma Kurdistanê 17’ê Tîrmeha 2019’an sîxurê MÎT’ê Osman Kose yê li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar bû hate kuştin. Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er jî bi hinceta kuştina Osman Kose hatin darizandin û dadgehê cezayê darvekirinê li wan birî. Dag û Er doh bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku ji ber daxwaza wan a ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan û guhertina girtîgehê bêbersiv hatiye hiştin, ji 13’ê Sibatê ve dest bi rojiya mirinê kirine.

Dag û Er ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş wan gelek caran daxwazname dane ji bo girtîgeha ew lê ne bê guhertin, lê belê daxwaza wan bêbersiv maye.  

HEWLÊR