Artêşa Tirk a dagirker di sûcên xwe yên şer de bi israr e. Wê 19'ê Cotmehê 16 caran li hemberî tunelên şer bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hem qanûnên navneteweyî bi nemerdî binpê dike, hem jî bi rengekî ji exlaqê bêpar bêyî li ber xwe bikeve, vê yekê înkar dike.
Artêşa Tirk a dagirker tevî ku ji bo xapandina raya giştî ya cîhanê îdîa dike ku çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar naîne jî tenê 19'ê Cotmehê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer. Li gel bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 15 caran bi balafirên şer, 56 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi tankan bombardûman kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke mezin û baweriyeke xurt li ber xwe didin. Li hemberî tunel û çeperên şer ên gerîla, niha jî bombardûmana kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam dike.
Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, di heman demê de 2 sîstemên kamera yên mobesse û droneyek hatin îmhakirin."
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlyan kir:
Li Zê (Zapê)
19'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
19'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, dagirkeran dixwest mobesseyê li dora çeperên şer ên li Şehîd Agir bi cih bikin; hêzên me bi sabotajê çalakî lidarxistin û 2 dagirker ceza kirin, droneyek û sîstemeke kamera ya mobesse jî îmha kirin.
Li Metînayê
17'ê Cotmehê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.
19'ê Cotmehê saet di 09:00 de sîstemeka kamera ya mobesse ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih kir, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.
19'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
BEHDÎNAN