Nobeta 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Fransayê Strasbourgê bi koma nû ya ji bajarê Elmanyayê Nurnbergê, dewam dike.
Nobeta 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an li Strasbourgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan dest pê kir û niha di hefteya 459'an de ye.
Her hefte komên cuda yên Kurdan û dostên wan ên li Ewrûpayê nobetê dewam dikin. Vê hefteyê koma ji Nurnbergê nobet dewr girt. Makbûle Elbistan li ser navê komê got, ew kêfxweş in ji ber ku di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyê li dar dixin. Makbûle Elbistan diyar kir ku bi Nobeta Azadiyê re jî Kurd peyama 'Azadiya Rêberê me azadiya me ye' didin cîhanê bi taybetî jî Ewrûpayê. Wê got, gelê Kurd di heman demê de nîşan dide ku îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.
Makbûle Elbistan bang li welatên Ewropayê kir da ku nebin hevparê sûcên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk û ji bo bidawîkirina tecrîdê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
Nobeta Azadiyê her roj saet di navbera 07:30 û 16:30'î de tê girtin. Çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewrûpayê ye. Di çalakiyê de bi gelek zimanan broşur û pirtûkên li ser jiyan û têkoşîna Ocalan tên belavkirin.
STRASBOURG