Di roja girtiyên siyasî de Kurd nehatin jibîrkirin

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 19 Adar 2023 - 16:02

Sala 1923´yan Internationale Rote Hilfe roja 18´ê Adarê, yanî roja ragihandina Komuna Parîsê (18´ê Adara 1871´ê) weke Roja Piştgiya bi Girtiyên Siyasî re ya Cîhanî ragihandibû. Bi vê boneyê li bajarên Elmanyayê Kassel, Berlîn û Hamburgê çalakî hatin li dar xistin.

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê qederê 350 kesî bi şîara “Free them all – Gemeinsam gegen Repression und autoritäre Formierung – Weg mit §129! (Hemûyan azad bikin - Bi hev re li dijî zextû û avahiyên otorîter - §129´ê betal bikin!)” meşek hat lidarxistin. Xwepêşander di ber hepsa nezaretê ya Hostenglacisê re bihurîn û li Roten Florayê mîtîng çêkirin. Di meşê de alayên YPG û YPJ*ê jî hatin hildan û piştgiriya bi girtiyên siyasî yên Kurd re hat nîşandan. Polêsê Elman demekê ji ber alayên YPG û YPJ´ê hewl da meşê asteng bike. Li Berlînê jî bi heman daxwaz û boneyê meşek hat lidarxistin.

Li Kasselê jî bi heman boneyê meşek hat lidarxistin û di heman demê de agirê Newrozê jî hat pêxistin. Meşê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Kasselê bi dirûşmeya “Azadî ji bo girtiyên siyasî” dest pê kir. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî meşê bûn.

Xelkê pankartên bi daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê, hildan û azadî ji girtiyên siyasî re xwestin. Xelk heta bie Nordsratdoarkê meşiya û piştre agirê Newrozê pêxist.

HAMBURG/KASSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.