- Jinên Kurd li Kadîfekaleyê gelên li Izmîrê vexwendin pîrozbahiya Newrozê û wan got, bi pêşengiya jinan, ev sal wê bibe sala berxwedanê.
Jinên Kurd li Kadîfekaleyê gelên li Izmîrê vexwendin pîrozbahiya Newrozê û wan got, bi pêşengiya jinan, ev sal wê bibe sala berxwedanê.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Taxa Kadîfekale ya Konaka Izmîrê, agirê Newrozê hat pêxistin. Li vê taxê, Newroza 1992´yan bi bedena xwe agirê Neworzê pêxistibû.
Di pîrozbahiyê parlamenter Serpîl Kemalbay û dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî amade bûn. Jinan meşale pêxistin û çûn meydana ku Rahşan Demîrel sala 1992'yan lê bi bedena xwe agirê Newrozê pêxist. Jinan pankarta li ser "Dem dema serkeftinê ye, dem dema azadiya jinê ye" nivîsandî hilgirt.
Piştî ku şêniyên taxê jî tevlî pîrozbahiyê bûn, bi girseyî govend hat gerandin.
Di pîrozbahiyê de Serpîl Kemalbay got, Newroz li dijî zilmê berxwedan e û wiha dewam kir: "Niha 'Dem dema serketinê ye'. Newroz bi têkoşîna jinan geş dibe. Li Izmrîê di Newrozê de wê jin dîsa li meydanan bin. Newroz cejna Denîz Poyraz, Kemal Korkut û her kesî ye yê ku ji bo azadiyê têdikoşe. Em bang li her kesî dikin ku tevlî Newroza li Izmîrê bibin."
Hevseroka HDP'ê ya Izmîrê, Berna Çelîk jî got, ew ê agirê li Kadîfekaleyê, li Gundogduyê geş bikin û wiha dewam kir, "Em ê 20'ê Adarê bibin Denîz Poyraz û biherikin Meydana Gundogduyê. Em bang li gelê xwe dikin da ku tevli pîrozbahiya Newrozê bibin."
JINNEWS/IZMÎR