Di navbera şer û aştiyê de Lîbya

Nûçeyên Forum

Sêşem 1 Kanûn 2020 - 23:58

Di meseleya çareserkirina aloziya li Lîbyayê de alî muzakereyan dikin. Vê dawiyê, xasma vê hefteya bihurî, ji 23 heta 28´ê Cotmehê, civînek çêbû li Fasê. Di vê civînê de endamên parlamana heyî ya Lîbayayê beşdar bûn.

Çawa min berê jî gotibû, Lîbya û nûneriya wê kirine 3 parçe: Rojava, Rojhilat û Başûr. Endamên parlamenê ji van her sê parçeyan beşdar bûn. Di civînê de xala sereke a minaqeşeyan hilbijartinên Kanûna 2021’ê bûn. Di civînên beriya niha de biyar hatibû dayîn ku di nava sala bê de hilbijartin ji bo konseya serokatiyê û parlamanê çêbin. Di vê civîna dawî de rengê hilbijartina herdu hilbijartinan û qanûnên wan minaqeşe hat kirin.

Di heman demê de li ser saziyên li Lîbya heyî, xasma yên ewlehî, eskerî, yên aborî nexasim sektora petrolê, ka wê çawa bibin yek. Li ser vê minaqeşe hat kirin. Beşdarên civînê dan zanîn ku wan li ser hin tiştan li hev kiriye.

Niha ka ev lihevkirin wê çiqasî pêk bên, yan nikaribin pêk bînin, elaqedarî rewşa reel a siyasî û eskerî ya Lîbyayê û helwêstê hêzên heyî ye. Ev li Fasê jî hat minaqeşekirin. Lê li hundirê Lîbyayê bûyerên diqewimin dikin ku mirov gumanan bike ji pêkanîna van peyman û lihevkirinan.
Gava em lê dinihêrin, Tirkiyeyê di nava vê hefteya bihurî de 3 caran bi balefiran û keştiyan sîleh û cebilxane birine Lîbyayê. Heta niha herçend agirbest li Lîbyayê heye jî Tirkiye hîna nesekiniye û her sîlah, cebilxane û çeteyan ji her derî dişîne Lîbyayê. Ha ev yek dike ku mirov gumanan bike ji mumkinbûna pêkanîna biryarên di encama muzakereyan de.

Beriya çendekê keştiyeke Elman keştiyeke bar a Tirk sekinand û xwest tê de lêgerînê bike. Lê yekser Erdogan mudaxele kir, ji rayedarên Elman re got, ew wan şermezar dike û qebûl nake lêgerîna di keştiyê de biçe serî. Hêza di keştiya Elmana a hêza Îrînî -heza eskerî ya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo sepandina ambargoya sîlehan a li ser Lîbyayê- de guman dikir ku di vê keştiya bi navê Rosaline A de sîleh hebin. Ji ber reaksiyona hişk a dewleta Tirk, lêgerîna di keştiyê de neçû serî.

Piştî ku ev keştî gihîşt Lîbyayê, li gorî çapemeniya Elman, jê erebeyên eskerî û cebilxane hatiye derxistin. Û ev keştî, ne cara pêşî bû ku ji Tirkiyeyê diçe Lîbyayê. Ev îsal bû çend car ku ev keştî ji Tirkiyeyê diçû Lîbyayê û dihat.
Tevî daxuyaniyên erênî yên piştî civîna dawî ya li Fasê de, her alî, yanî aliyê Hefter û ê Serac hevdu gunehbar dikin bi wê yekê ku ew li hin cihan hêzên xwe yên eskerî û sîlehên xwe yên giran kom dikin. Yanî amadekariya şer heye. Lê alî hem hevdu li derewê diqelibînin û dibêjin, em tiştekî welê nakin, hem jî hevdu gunehbar dikin bi haziriyên şer.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.