- Li Berlînê komeke din polêsan derkete holê ku propagandaya neo-naziyan dikirin; kom ji 25 polêsan pêk tê.
Pêşî bi awayekî komî meseleya nijadperestiya Elman û dijminahiya biyaniyan di nava polêsên Elman de li eyelata NRW derketibû holê. Her çend wezîrî karê hundir ê federal Horst Seehofer li ber rabe jî mesele ne îstîsna ye û xuya ye ku sîstematîk e û li tevahiya Elmanyayê belav e.
Lewma hîna nû behsa komên chatê yê polêsên neo-nazî yên li NRW´yê dihat kirin ku herî kêm 20 polês tê de bûn, li Berlînê komeke din polêsan derkete holê ku propagandaya neo-naziyan dikirin: komeke ji 25 polêsan. Tebaxa 2018´an jî polêsên Frankfurtê navnîşana parêzera ji Tirkiyeyê Seda Basay-Yildiz derxistibûn û jê re nameyên gefxwarinê şandibûn.
Axir niha li NRW´yê 203 memûrên polês ketine ber lêpirsîneke navxweyî ya polês. Daxuyaniyên wezîrê karê hundir ê eyaletê Herbert Reul yên weke "Pirsgirêkeke me ya tundrawiya rastgir heye. Min timî hêvî dikir ev bûyerên ferdî bin." Lê wî xwe li nezanînê datanî gava digot, "Ez nizanim di nava saziyan de ev pirsgirêk heta bi ku diçe."
Ev "nezanîna" hanê di rastiyê de zelûlkirina cidiyeta meseleyê bû. Ji ber ku ji bo girtina xwepêşandêran wî erkên polês ê ku gelek jî neo-nazî ne zêde kirin. Ev wezîrê hanê bi gotinên xwe yên li dijî tevgera Azadiyê ya Kurd jî gelek caran derketibû pêş.
Siyasetvanên Elman wekî din jî piçûkdîtina pirsgirêkê tecîh dikin, weke wezîra dadê ya federal Christine Lambrecht. Wê gotibû, di nava polêsê Elman de pirsgirêkeke nijadperestiyê ya sazûmanî nîne. Friedrich Merz ku namzet e li şûna Angela Merkel bibe serokwezîrê Elmanyayê, îdîa kir ku nijadperestiya sazûmanî pirsgirêkeke Emerîkî ye.
Rojnameya The Trumpet bi awayekî ku van piçûkkirin û înkarkirina pûç bike berê xwe daye, neo-naziyên ketine nav saziyên dewleta Elman.
Ew dibêje, ji mêj e ku neo-nazî xwe berdidin nav polês, artêş û saziyên hikûmeta Elman. Li gorî rojnameyê ew fikra neo-nazî belav dikin a weke "lîdereke/î xurt ê karîzmatîk ê ku hebûna bizava nijadperest biherikîne ber bi kanalekê, tenê kêm e. Ew jî temam bibe, Elmanya wlê weke hêzeke sereke li meydana diyasî ya dinyayê vegere" jî piştrast dike, ev ketina nava saziyan sîstematîk beşek ji stratejiyekê ye.