Di mehekê de 9 gund vala kirin

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 02:35

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistan-Iraqê (CPT) bîlançoya meha dawî ya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî tevgerên ku di 15’ê Hezîranê de destpê kirin de bi tevahî 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn. Çavkaniyên din yên girîng yên di raporê de tekez dikin ku nêzî 68 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîne, dêr, kargehek tehînê, wesayitek, 2 projeyên avê û 19 malên sivîlan zerer dîtine yan jî wêran bûne. Li gorî raporê, di encama armanckirina torên elektirîkê û bircên elektrîkê de, ziyaneke mezin li jêrxaneya gundên Ber Garê û Miska rû daye. Her wiha şîrketên telekomunîkasyonê li zêdetirî 110 gundan tora xwe qut kirine û hat gotin:“Êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ku di encamê de bombebaranên dijwar hatin kirin û debara aborî ya şêniyên herêmê hatin rûxandin. Bi taybetî jî gundên li deverên Amêdiyê û Batîfa bi gelek zerera çandiniyê û jîngehî re rûbirû man. Malbatên ku koçberî Dêrelok û Duhokê bûne, bi bêkariyê re rûbirû ne û hinek jî hewl didin bi karkertiyê debara jiyana xwe bikin.” Li gorî raporê, di encama êrişên dagirkeriyê de herî kêm 68 hezar dekar zeviyên daristanî û çandiniyê şewitîne. Di encama êrişên ku ji baregeheke leşkerî ya nû hatiye avakirin li nêzî Girê Biharê, gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê, herî kêm 45 caran hatiye bombekirin û 6 mal, wesayîtek û projeyek ya ava çandiniyê zerer dîtine.

Di rapora CPT’yê de hat ragihandin ku di encama êrişa 12’ê Tîrmehê Nêçîrvan Hekîm ê ku dema li herêma Sîdekan şivantî dikir, birîndar bû. CPT behsa baregehên nû yên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê jî dike. Li gorî vê yekê dewleta Tirk hejmara baregeh û qereqolên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ku bi giştî 74 e û 10 baregehên din zêde kir. Di nav baregehên nû de 2 baregeh li herêma Nihêlî ya Amêdiyê, 7 baregeh li herêma Batîfa ya Zaxo û baregehek jî li herêma Sîdekan ya Soran hene. Her wiha artêşa Tirk danê êvarê nuqteyeke kontrolê û bi şeve jî herî kêm 2 nuqteyên kontrolê yên demkî ava kirin û dest bi kontrolkirina nasname û wesayîtên hemû sivîlan kirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.