Di festîvala gelan de rengê Kurdan

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 22 Tebax 2022 - 21:03

  • Li Duisburgê bi pêşengiya rêxistinên antî faşîst festîvalek hate lidarxistin. Jinên Kurd jî bi rengê xwe tevlî festîvalê bûn.

Li Duisburgê bi pêşengiya rêxistinên antî faşîst festîvalek hate lidarxistin. Jinên Kurd jî bi rengê xwe tevlî festîvalê bûn.

Li bajarê Elmanyayê Duisburgê bi pêşengiya rêxistinên antîfaşîst festîvalek ji bo 3 rojan hate lidarxistin.
Tevî gelên cuda û rêxistinên wan, endamên Meclîsa Jinan a Aysa Yuksel jî tevlî festîvalê bûn. Jinan dezgeha agahdarkirinê danî, broşur belav kirin û ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, îmze kom kirin.

Wan cilûberg û xwarinên gelêrî yên jinên Kurd di festîvalê nîşan dan.

ANF/DUISBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.