• Di roja yekê ya Cejna Remezanê de dewleta Tirk a dagirker gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran kirin.

Di roja yekê ya Cejna Remezanê de dewleta Tirk a dagirker gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran kirin.

Nûçegihanên ANHA´yê yên ji herêmê, ragihandin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê bi dijwarî topbaran kirine.

Li gorî agahiyan, gundên hatin topbarankirin ev in; Bênê, Îrşadiyê, Malîkiyê, Şewarxa, Keleha Şewarxa, Merenaz, Tat Maraş, Alqemiyê, Tinib.

Heta ku nûçeya me dihat amadekirin, zêdetirî 200 topên obus û hawanê li herêmê ketibûn.  

ANHA/ŞEHBA