Di çandiniyê de gaveke din

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Hezîran 2023 - 14:23

HENAR BRAHÎM / ANHA / HESEKÊ

Hikumeta Şamê dema ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kontrol dikir, girîngî nedida qada pîşesaziyê ya herêmê û vekirina kargeh û fabrîkayan jî bi armancên siyasî qedexe kiribû. Lê bi Şoreşa Rojava re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina qada pîşesaziyê gavên mezin avêtin û destekê pêşkêş dike.  

Kargeha "Sorap" a çêkirina xortumên plastîkî yên çandiniyê yek ji kargehên ku Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê vekiriye ku hejmara wan 11 kargeh e.

Derfetên kar peyda dike

Kargeha Sorapê pêdiviya herêmê ya xortuman pêşwazî dike, her wiha derfetên kar ji bo şêniyên herêmê peyda dike. Ji aliyekî din tevgera bazirganiyê ya sûka xwecih geş dike.

Di kargehê de zêdetirî 50 karker dixebitin. Kargeh rojane 2 ton xortumên çandiniyê hildiberîne û bi 6 pîvanên cuda ji 1 înç heta 6 înç û li gorî 2 qonaxan tê çêkirin. Di serî de madeyên sereke tên lihevxistin û piştre di 200 pileyî de tên helandin, piştre ew di qalibên taybet ên bi pîvanên cuda de tên dagirtin.

Piştî sarkirinê, xortum tên derxistin û her 100 metre wek komekê tê qutkirin û cudakirin. Ev qonaxa yekemîn e. Di qonaxa duyemîn de jî; xortumên kevin yên tên kargehê bi birrekên taybet tên qutkirin û hûrkirin, piştre parçeyên wê bi şêwazê qonaxa yekemîn tê çêkirin.

Bihayê wê li gorî bazarê ne

Rêveberê kargeha Sorap Ehmed El Eqre destnîşan kir ku bihayê xortumên kargehê li gor bihayê li sûkên xwecih in û bi bihayê xortumên ji derve hatine wergirtin kêmtir tê firotin.

El Eqre diyar kir ku kargeh gelekî bi feyde ye û got, hem derfetên kar hem jî cûreyên baş ê xortuman tê peyda kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.