Di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin

Sêşem 5 Îlon 2023 - 00:05

Di encama êrîş, revandin, destavêtin û êşkenceya artêşa dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê de, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 41 zarok hatin qetilkirin.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên Efrîn-Şehba, Cizîr û Firatê, yek ji hedefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî zarok in.

Di raporên de hate destnîşan kirin ku ji destpêka sala 2023’an heta 2’ê Îlona 2023’an li tevahiya herêmê 41 zarok hatin qetilkirin û 32 hatine birîndarkirin, destavêtine 4 zarokan, 9 hatine girtin, 8 jî hatine revandin. 

Li gorî herêman bîlançoya komkujiya li ser zarokan wiha ye:

Herêma Cizîrê:

Êrişên li ser sînor: Zarokek birîndar bû

Teqîn: 3 zarok hatin kuştin.

Êrîşên balafirên bêmirov ên bi çek: 2 zarok hatin kuştin.

Topbaran: 7 zarok hatin kuştin, 6 birîndar bûn.

Herêma Minbicê:

Êrişa ser gund: 4 zarok hatin kuştin

Herêma Firatê:

Êrişa bi balafirên bêmirov ên bi çek: Zarokek birîndar bû.

Herêma Reqa:

Topbaran: 2 zarok hatin kuştin, 2 birîndar bûn.

Herêma Dêrazor:

Teqîn: Zarokek hat kuştin.

Herêma Efrîn-Şehba:

Teqîn: 15 zarok hatin kuştin, 16 birîndar bûn.

Destdirêjî: 4

Girtin: 9

Destdirêjî û lêdan: Zarokek hat kuştin, 6 birîndar bûn.

Revandin: 8 (yek ji wan pitik e)

Kuştin: 6

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.