- Li Yemenê di navbera Hûsiyên Şiî û hêzên hikûmetê de şer qewimî.
Li bajarê Marîbê yê bakurê Yemenê di navbera Hûsiyên Şiî û hêzên hikûmetê de şer qewimî, di şer de 111 kes hatin kuştin.
Li Marîbê ku keleha dawî ye di destê hêzên hikûmetê de yên bi desteka Siûdî ji Sibatê û wir ve şerekî giran diqewime. Hûsiyên bi desteka Îranê ji bo herêma petrolê bixe dest xwe, operasyon dabû destpêkirin.
Çavkaniyên leşkerî yên ser bi hikûmetê, ji AFP'ê re gotin, ji êvara çarşemê heta sibeha yekşemê di şer de 16 leşkerên hikûmetê û 34 çekdarên Hûsî hatine kuştin. Hatibû ragihandin di şerê pêrşem û înê de 13 leşkerên hikûmetê û 48 Hûsî hatibûn kuştin. Hûsî li ser kuştiyên xwe agahiyê nadin.
Tê gotin, pirraniya çekdarên Hûsî bi êrişa hewayî ya Koalîasyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî de hatine kuştin.
Li gorî eynî çavkaniyan Hûsî li bajarê başûr ê bi bajarê Marîbê re bi eynî navî, li rojava û bakur ji sê eniyan êriş anîbû.
Piştî ku paytext Sana 2014'an kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikûmetê yên bi desteka Siûdî, li aliyê dî jî Hûsiyên bi desteka Îranê hene.
Li gorî rêxistinên mafê mirovan bi deh hezaran kes herta îro mirin. NY'yê diyar kir bi milyonan kes ji neçarî koçber bûne, sêyeka nifûsê birçî maye û li Yemenê krîza herî giran a mirovî heye.
NAVENDA NÛÇEYAN