• Di wêneyê Vincent van Gogh yê bi navê “Olive Trees” (Darên Zeytunan) de yê ku wî di sala 1889’an de xêz kiribû, dewsa tiliyên wî hate kifşkirin.

Di wêneyê Vincent van Gogh yê bi navê “Olive Trees” (Darên Zeytunan) de yê ku wî di sala 1889’an de xêz kiribû, dewsa tiliyên wî hate kifşkirin.

Hefteya çûyî li Amsterdamê pêşangeha Van Gogh çêbû û di vê pêşangehê de wêneyên wî yên ku darên zeytûnan tê de bûn, hatin nîşandan.

Di pêşangehê de 15 wêneyên Van Gogh hebûn. Kuratoran derbarê tabloyan de lêkolînek kir û di dawiyê gihiştîn wê encamê ku Van Gogh li ser tabloyekê, nêzî tava ku xêz kiriye dewsa tiliya xwe hiştiye. 

Tê texmînkirin ku dema Van Gogh wêne ji şovele daxistiye jêr, ev dewsa tiliya wî li ser wêne çêbûye.  

AMSTERDAM