Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê doh ji berbangê ve tevahiya rojê êriş bire ser Eyn Îsayê. Di êrişê de welatiyek şehîd bû û 6 welatî jî birîdar bûn. 

Artêşa Tirk a dagirker êrişa xwe ji saet 04:00`ê sibehê kir û xasma jî gundê Dibisê ê li rojavayê Eyn Îsa bombebaran kir. 

Şervanên QSD`ê bersiva êrişan da û êrişa dewleta Tirk hat şikandin. Di encama êrişan de welatiyê bi navê Mecîd El-Ewed 35 salî şehîd bû, 4 welatî jî birîndar bûn. Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed (83) ji wan birîndaran in ku navê wan eşkere bûye.

Artêşa Tirk piştre careke din êrişî heman gundî kir û gund dan ber topan. Di encamê de Terfa Merî El-Naşî birîndar bû. Bi vê yekê hejmara birîndaran li gundê Dibis bû 5.

Li gundewarên rojavayê navçeyê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundê Xalidiyê û Hoşan yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4´ê topbaran kir.

Di heman demê de, artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 a bakur rojavayê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kir. 

Di encamê de, welatî Mehmûd Fayiz El-Menfî (20) li ser rêya M4 birîndar bû.

Pêr jî tebvhiya rojê dagirkeran gundê Dibis topbaran kiribû. Îna bihurî dagirkeran di êrişa xwe ya bi topan de komkujiyek kiribû û sê yek jê 17 salî 4 welatî şehîd kiribûn.

ANHA/EYN ÎSA