Dewleta Tirk sûcên şer dike

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:13

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêr bi şev, depoyên genim ên li gundê Um Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kirin. 

Herwiha di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê de 7 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dar Eş-Şîfaa ya li bajêr.

Navên birîndaran wiha ne: Fatima El Îbrahîm, Îmad El Ubêd, Ebdullah Şêx Hesen, Hisên El Ehmed, Mihemed Zekeriya El Mewas, Hesen El Hecî û Ehmed El Fewaz.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.