Dewleta Tirk sûcê şer kir

Sêşem 22 Mijdar 2022 - 02:58

108 rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcên şer in.

Van 108 rêxistinên hiqûqî raporek weşand û tê de got, ʹʹDewleta Tirk a dagirker di çarçoveya êrişên xwe yên li dijî sivîlan de li binesazî û navendên tenduristiyê da. Ev êriş sûcên şer in. Ev êriş bi erêkirina hêzên di şerê Sûriyeyê de çalak in, bi destûra DYE û Rûsyayê hatine kirin.

Dewleta Tirk li Kobanê nexweşxaneya zarokan ya ku berê nexweşxaneya koronayê bû, kir hedef. Li gorî qanûnên navneteweyî ev êriş dikeve çarçoveya sûcên şer. Her wiha li gundewarê herêma Dêrikê sivîlên ku dixwestin birîndarên êrişa yekemîn a balafirên şer ji bin xirbeyan rizgar bikin jî hatin bombekirin.

Ev kiryar li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye. Di heman demê de li gorî madeya duyemîn a peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945ʹan, dijminahiya li hemberî welatekî din e û wekî sûcê şer tê dîtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.