Dewleta Tirk sucê şer dike

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 01:25

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di rojên dawî de ev dagirkerî li ber çav û alîkariya PDK-Iraq’ê roj bi roj berfireh dibe. Derbarê dagirkeriyê de, Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan a Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer axivî û got:’’Hinek caran dewleta Tirk êrişî ser xaka Herêma Kurdistanê dikir û vedikişiya, lê piştî sala 2019’an, êriş zêdetir bûn û herêmên Kurdistanê dixe bin desthilata xwe de. Herwiha baregehên leşkerî ava dike, bi taybet piştî sala 2021’an operasyon daye destpêkirin û ev yek hîn li Metîna ber bi çiyayê Biradost diçe û dewam dike. Niha nêzî Amêdiyê û herêmên din yên Sergelê û herêmên qezaya Soran bûye.”

Cebar Yawer destnîşankir ku Tirkiye êdî şerê dijî PKK’ê li nav xaka Başûrê Kurdistanê dike, li Rojavayê Kurdistanê jî şer dike û niha dixwaze li nav xaka Iraqê ev siyaseta xwe dewam bike. Li gorî Yawer dewleta Tirk dixwaze li derveyî herêmên xwe şer bike û ziyan negihîne herêmên xwe. Dewleta Tirk li Dihok û Hewlêrê xwedî 80 baregehên leşkerî ye, li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Artêşa Tirk 40 kîlometre ketiye nav xaka Herêma Kurdistanê. Dewleta Tirk bivê yekê dixwaze şer ji Tirkiyeyê dûr bixe û derve bike.” Di dewama axaftina xwe de Cebar destnîşnakir ku rawestandina êriş û bombebaranan jî erkê Hikumeta Federal e, ev binpêkirina seweriya Iraqê ye û dikare li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê mijarê bixe rojevê û çareser bike. Yawer got ku Iraq dikare bi hemahengiya bi Herêma Kurdistanê vê pirsgirêkê çareser bike, lê bêdeng e.

Çima bêdeng in?

Cebar Yawer da zanîn ku heya niha jî şer dewam dike, yên ku ziyanê dibînin jî xelkê gundên li herêmêne û got:“Ji bo çi kes dengê xwe dernaxe, xelkê bê guneh li ser sînor tên şehîd xistin, ev kiryar hemû sucên şerin ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên. Di van êrişan de hêzên kirêgir hene. Çekdarên ji Suriyeyê tînin, bi hêzên xwe re, dijî gelê Kurd didin şer kirin.” Yawer li ser helwesta dijî dagirkeriya dewleta Tirk û got;’’Bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrişan metirsiyek mezine, ji ber vê jî xelk gundên xwe vala dikin, hertim balafirên bê mirov li ser asîmanê Herêma Kurdistanê ne û xelkê medenî di encama êrişan de şehîd dikevin. Piştî 40 salan şer û xwin rijandinê, ispat bûye ku ev pirsgirêk bi hêzê çareser nabe. Divê dewlet berê xwe bide şêwazek din ya çareseriyê û dest bi guftugoyê bike. Divê Hikumeta Iraq Herêmê jî ji bo dawî li şer bê, rola xwe pêkbînin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.