- Serekçeteyekî Ehrar el-Şerqiye di êrişeke li Serêkaniyê de bi giranî birîdar bû. Ev serekçete û koma wî Ehrar el-Şerqiye ji gelek sûcên li dijî mirovahiyê û nexasim jî li dijî Kurdan berpirsiyar in.
Serekçeteyekî Ehrar el-Şerqiye di êrişeke li Serêkaniyê de bi giranî birîdar bû. Ev serekçete û koma wî Ehrar el-Şerqiye ji gelek sûcên li dijî mirovahiyê û nexasim jî li dijî Kurdan berpirsiyar in.
Serekçete Mihemed el-Hayis şemiya bihurî li Serêkaniyê bi giranî birîndar bû. Mihemed el-Hayis birayê serekçeteyê tevahiya çeteya Ehrar el-Şerqiye Ebû Hatem Şeqra ye. Li gorî agaiyan gava ku el-Hayis ji Til Xelefê vedigeriya mala xwe li ser rê, kesên nasnameya wan nediyar ev sûcdarê li dijî mirovahiyê kiriye armanca çalakiya xwe.
Ev gunehkarê sûcên şer, ji êrişê bi birîndarî filitî, belê ji ber ku birînên wî giran bûn, dewleta Tirk ew biriiye nexweşxaneyeke li Tirkiyeyê ji bo ku derman bike.
Ev koma çete ji qetilkirina Hevrîn Xelef jî berpirsiyar e.
Hîna nû 22´yê Cotmehê DYE´yê li navçeyeke di kontrola Ehrar el-Şerqiye de li Sulukê, ji lîderên El-Qaîdeyê Ebdul Hemîd el-Matar bi êrişeke hewayî kuştibû.
HESEKÊ