• Li gorî rapora Save the Childrenê di Tebaxê de di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 40 zarok hatin kuştin an jî birîndarkirin. 

Li gorî rapora Save the Childrenê di Tebaxê de di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 40 zarok hatin kuştin an jî birîndarkirin. 

Rêxistina civaka sivîl, Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin) a Ingilîstanê derbarê zarokên di êrişên bi droneyên bi sîleh ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine qetilkirin, raporek eşkera kir. Di raporê de hat gotin dewleta Tirk di navbera 1-24’ê Tebaxê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên Balefirên Biçek û Bêmirov 40 zarok  yan kuştine yan jî birîndar kirine.  

Di raporê de hat diyarkirin ku li taxa El-Sînaa ya Qamişloyê di 6’ê Tebaxê de wesayîtek hat bombekirin û zarokê bi navê Ahmed Şîbî û zaroka bi navê Aheng Şibî jî di nav de 4 kes hatin qetilkirin, di 18’ê Tebaxê de li navendeke Netewên Yekbûyî (NY) ya li ser rêya Hesekê û Til Temirê, gelek zarokên keç hatine qetilkirin, di 24’ê Tebaxê de di êrişêk droneyên Tirk de jî du zarokên 12 û 13 salî hatine qetilkirin. 

Di raporê de dîsa li şûna bang li dewleta Tirk a êrişkar, hikûmeta Şamê û çeteyên herduyan bê kirin, bang li “hêzan hemûyan hat kirin: “Em bang li hêzan hemûyan dikin da ku arîşeyê kêm bikin û ji bo parastina zarokan çi hewce be, wê bikin.” Midûrê Mudaxeleya Lê ya Save the Childrenê yê Sûriyeyê, Beat Bohr jî got, “Divê ti zarok di bereya şer de di nav aliyan de nemînin.”

ENQERE