• Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê got, dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên li dijî mirovahiyê dike û bang li Neteweyên Yekbûyî kir da ku dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bike û hesabê sûcên li dijî hiqûqa navneteweyî û mirovaiyê jê bixwaze. 

Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê daxuyaniyek da, û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê, Xesan Xelef daxuyanî xwend û bi dehan parêzerên herêmê hazir bûn, gava ku wî daxuyanî da. Xelkê hazir alên yekitiyê û wêneyên şehîd Ferhad Şiblî hildan.

Li ser navê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê, parêzer Xesan Xelef got, ji dema ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatine dagirkirin û heta roja îro, civata naventeweyî xwe kor kiriye beramberî sûcên revandin, qetilkirin, destavêtina jinan, wêrankirin, desteserkirina mal û milkan, guhartina demografîk û bi karanîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker û her bê deng e.

Bi milyonek penaberî Kurdan qir dike

Xesan Xelef îşaret bi peymanên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan û di rewşên şer de kir û got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcên qirkirina etnîk pêk tînin û divê li gorî van sûcan hesab ji wan bê pirsîn.

Têkildarî siyasetên guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî ku bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rê ve diçe, Parêzer Xesan Xelef got, "Dewleta Tirk a dagirker dest bi projeya bicihkirina milyonek penaberî li herêmên dagirkirî kiriye, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Lê civaka navneteweyî derbarê vê yekê de bêdeng e."

Nabe ku hêzên garantor dengê xwe nekin

Parêzeran di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê dewletên garantor ên li herêmê, helwestên xwe li hemberî van sûcên dagirkeriya Tirk nîşan bidin û erka xwe ya exlaqî û qanûnî pêk bînin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û projeyên wê yên dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Derî li alîkariya insanî vekin

Li ser dorgirtina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzeran got, hin dewletên di Konseya Ewlehiyê yên NY´ê de siyasetên dualî û durû dimeşînin û nahêlin deriyê Til Koçer were vekirin da ku alîkarî derbasî herêmê bibe, hemwext jî dorpêçeke aborî li ser herêmê hatiye ferzkirin.

Di dawiyê de Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li pêş çavên civaka navneteweyî tên kirin, şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî, NY’yê  û hêzên li Sûriyê aktîf kir da ku dagirkeriya Tirk bi dawî bikin, hesab bipirsin ji berpirsên van sûcan di dadgehên navneteweyî yên taybet de û xebatê bikin ji bo vegera ewle ya koçberan.

ANHA/QAMIŞLO